Ji bo hevdîtina bi Ocalan re parêzeran serlêdan kir

Parêzer ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî, Newroz Uysal, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo biçin Îmraliyê û bi muvekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.  Di serdanê de ji bo îro û sibê daxwaza hevdîtinê hat kirin.

Serlêdanên parêzeran ji 27’ê Tîmeha 2011’an ve 810 caran bi hinceta “Muxalefeta Hewayê”, “Xerabûna Keştiyê” , “Tamîrkirina Keştiyê” , “Rewşa Awarte” û “ Sînordarkirinên têkildarî hevdîtinên bi hukumliya re ku di çarçoveya Qanûna Tedbîrên Ewlehî û Cezayê ya hejmara 5274’an de hatine girtin” hatine redkirin.

Parezer Nevroz Uysal û Rezan Sarıca piştî 8 salan cara yekemîn di 2’ê gulanê de bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Ji vê hevdîtinê heta niha ji serlêdanên parêzeran re bersiv nayê dayîn


Mijarên Din