​​​​​​​Ji bo hişyarkirina şêniyan tabloyan çêdike

Şêwekar Ednan Şerbawî bi desteka Rêveberiya Sivîl  a Demokratîk tabloyên girêdayî hişyarkirina li dijî Koronavîrûsê li ser dîwarên kolanên bajarê Minbicê xêz kirin.

Komîteya Tenduristiyê, Şaredariya Gel û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Minbicê li gel dirêjkirina dema qedexeya derketina derve, xebatên xwe didomînin. Hemleyên zanakirin û hişyarkirina civakê, ji bo xweparastin ji pandemiyê dimeşînin.

Ji bo zanakirina gel li hemberî vîrûsê her ferdek hewl dide civakê hişyar bike. Yek ji van kesan jî şêwekar Endan Şerbawî ye. Şerbawî dîwarên kolanên bajarê bi hişyariyên ji vîrûsê dixemilîne. Rêveberiya Sivîl a Demokratîk jî desteka Şerbawî dike.

Dema Ednan Şerbawî tabloyên xwe li kolana El-Qenbûr li navenda bajêr xêz dikir, nûçegihanên ANHA`yê xebata wî şopandin û hevdîtinek pêre çêkirin. Şerbawî destnîşan kir ku ew dixwaze mohra xwe di vê dema krîtîk de bihêle. Lewra dest bi xêzkirina tabloyên dîwarî li qadên giştî û kolanan kir da ku bibin hemleyek zanakirina şêniyan ji Koronavîrûsê.

Şerbawî destnîşan kir ku tabloyên ku xêz dike, rewşa heyî vedibêjin û şêniyan teşwîq dikin ku di malên xwe de bimînin, tedbîrên xweparastinê bigirin, ji bo ku ji Koronavîrûsê xilas bibin. Şerbawî rêbaza xêzkirina zarokan wek nimuneyek di wêneyên xwe de bikar anî.

Şerbawî got, dibe ku 6 tabloyan xêz bike û heta niha 2 temam kirine.

Şerbawî bang li şêniyan kir ku alîkar bin, behre û karînên xwe yên madî û manewî li dijî Koronavîrûsê bikar bînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din