Ji bo paqijî û tenduristiya goşt şaredariyê salexaneyek vekir

Şaredariya Gel a bajarokê Cezra ya gundewarê Dêrazorê ji bo paqijî û tenduristiya goşt selexaneyek vekir.

ji bo paqijî û tenduristiya goşt, Şaredariya Gel a bajarokê Cezra ya gundewarê Dêrazorê selexaneyek vekir.

Selexane ji 3 pêk tê; Odeya kontrolkirina sewalan, cihê serjêkirinê û odeya kontrokirina goşt ji aliyê beyteriyan ve. Her wiha odeyek beyteriyê berpirsyar li ser selexaneyê heye.

Hevserokê Şaredariya Cezrayê Hanî El-Efyan diyar kir ku wan firoşkarên goşt û bazirganên sewalan agahdar kirin ku pêwîste sewal di rêya vê selexaneyê werin serjêkirin, kesên li gorî vê yekê tevnegere dê were cezakirin, li gorî cezayê goşt dê were desteserkirin û xwediyê wê pere bide û sewqî dadgehê were kirin û dukana wî dê were girtin.

ANHA

د


Mijarên Din