ji bo paqijî û tenduristiya goşt selexane hat vekirin

Li gundewarên Dêrazorê, ji bo paqijî û tenduristiya goşt yekemîn selexane bi çavdêriya kesên pisporê yên serjêkirina sewalan hat vekirin.

Komîteya Xizmetguzariyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê yekemîn selexane li gundewarên Dêrazorê li El-Sewayê bi merasîmekê vekir. Bi dehan şêniyên herêmê tevli merasîmê bûn.

Di selexaneyê de karkerek û beyterî ku çavdêriya serjêkirina sewalan dike û mohra bikaranînê li goşt dide dixebitin.

Li gorî rayedaran, selexane  goşt ji 12 bajarok û gundên herêmê re peyda dike.

Hevserokê nuqteya xizmetguzariyê ya gundê El-Sewa Zekeriya El-Esaf destnîşan kir ku wan tevahiya goştfiroşên goşt agahdar kirine da ku goşt ji selexaneyê bikirin. El-Esaf diyar kir ku kesên muxelef bikin dê bi pere heya girtinê werin cezakirin, ji ber ku pirsgirêka serjêkirina bêserûber dibe ku nexweşiyan belav bike.

El-Esaf diyar kir ku bi vê mebestê dewriyan bi koordîneya şaredariyên herêmên din dimeşînin.

Selexane ji aliyê zarokên şehîdan ve hate vekirin.

(şx)
ANHA


Mijarên Din