Ji bo paqijkirina kolanan bi fedakarî dixebitin

Dema mirov di nav kolanên taxa Şêxmeqsûd a Helebê de bigere, paqijbûna kolanan û tunebûna gelaşê bala mirov dikişîne. Ev tişt bi saya karkerên paqijiyê yên ku di dirêjahiya rojê de dixebitin, pêk tê.

Piştî rakirina dorpêçê li ser taxa Şêxmeqsûdê di 2016`an de, hêdî hêdî şênî vegerîn her du taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûdê û hejmara malbatan gihaşt 25 hezarî. Bi vê yekê jiyan ji nû ve vegerî taxan.

Xebatên xizmetguzariyê ji xebatên herî zêde li pêşiya Şaredariya Gel a taxê dibin pirsgirêk. Lê şaneya karkerên paqijiyê ev astengî derbas kirin û di çalakî û fedakariyê de bûn nimûneyeke xweşik.

Di çarçoveya geşbûna taxê de û zêdebûna tevgerê de, Şaredariya Gel a Şêxmeqsûdê  ya Helebê ji bo vegerandina ronakiya taxê dûrî bermahiyên şer, şaneya karekên paqijiyê ya herî çalak û girîng aktîf kir.

Hejmara karkerên paqijiyê yên ku li taxê dixebitin 45 karker e. Karker ji saet 6:00`ê sibehê ve li geraca wesayîtan kom dibin û ji wir berê xwe didin kolan û sûkan da ku paqij bikin. Karker di roja Înê de kar nakin ji bo ku batlaneya wan e, lê hin caran wê rojê jê dixebitin.

Şaredariya Gel a taxê ji bo meşandina xebatên paqijiyê 3 qelabe, 5 diraktor û 8 erebeyên biçûk ji bo her du taxan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê eyar kirine.

Karkerên paqijiyê bi rêya ajansa me hêniya xwe bi hevkariya şêniyan bi wan re da ku tax her tim paqij bin, rave kirin. Karkerê bi navê Qasim Umer got: "Hindek şênî ji me re nabin alîkar, bi taybet di avêtina çopê de di cihên wê yên diyar de."

Ji aliyê xwe ve karkerê bi navê Mistefa Cewher tekez kir ku parastina jiyana zarokên taxê mîna parastina jiyana zarokên wan e û wiha domand: "Em ê karê xwe berdewam bikin. Ji ber ku parastina zarokan berpirsyariya me ye."

Girêdayî mijarê hevseroka Komîteya Xizmetguzariyê ya Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê Bêrîvan Bazo got: "Şaredarî hewl dide taxan paqij bike û veguhestina çopê berpirsyariya me ya sereke ye."

(şx)

ANHA


Mijarên Din