Ji bo parastina berhemên çandiniyê ji şewatê tedbîr hatin girtin

Gerînendetiya Çandinî û Parastina Berhemdarên Sewalan a Herêma Cizîrê gelek tedbîr ji bo rêgirtina li pêşiya şewatê di dema çinîna berhemên çandiniyê de girtin.

Ji bo pêşîlêgirtina derketina şewatê di berhemên çandiniyê de û ji bo parastina mewsima çinînê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî gaveke destpêkê gihayên bizerar ên li kêleka rêyên sereke û yên di nava erdên çandiniyê de, radike.

Sala borî li herêmêna Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek şewat derketibûn ku piraniya wan bi destê hin aliyan pêk hatibûn û di encamê de bi hezaran hektar ji berhemên çandiniyê (ceh û genim) dan ber xwe. Berpirsan bûyer wek şerê aboriyê bi nav kir, ku armanca xwe têkbirina aboriya herêmê ye ku çandinî yek ji faktorên sereke yên pêşketina aboriyê ye.

Ji bo ku rê li ber şewatê di berhemên çandiniyê de were girtin, Gerînendetiya Çandinî û Parastina Berhemdarên Sewalan a Herêma Cizîrê derman li kêlekên rêyên sereke yên di navbera bajar, navçe û bajarokên herêmê de, reşand da ku gihayên bi zerar tune bike.

Yek ji rêveberên Gerînendetiyê Ebd El-Baqî Mûsa wiha got: "Da ku şaşî pêk neyên û şewat li herêmê dernekeve, Desteya Aboriyê bi çavdêriya Gerînendetiya Çandiniyê û Gerînendetiya Parastina Şînkahiyan, cara yekê dest bi hemleya belavkirina derman kir ku dê gihayên bi zerar ên li kêleka rêyan bikuje."

Mûsa bang li şênî û cotkaran kir ku hevkariyê bi Gerînendetiya Çandinî û Parastina Berhemên Sewalan re bikin û dûvikên cigareyê di dema mewsima çinînê de neavêjin ser rêyan, her wiha bi wan re dermanan belav bikin û diyar kir ku dermanên tunekirina gihayan, tên peydakirin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din