Ji bo parastina berhemên çandiniyê tedbîr têne girtin

Cotkarên herêma Cizîrê amadekariyên parastina berhemên çinînê yên mewsimê îsal dikin da ku wekî sala par berhem neyên şewitandin. Cotkar bi rêya parastina erdên xwe û rêbazên din, berhemên xwe diparêzin. Cotkaran daxwaza zêdebûna erebeyên agirkujiyê û sehrîcnên avê kirin.

Amadekariyên mewsimê çinînê yên îsal ji yên sala borî cûda ye. Cotkar ji bo parastina berhemên zeviyên xwe di nava seferberiyê de ne. Cotkar bi rêya hişyarkirina şêniyan ku bocikên cîgareyên xwe neavêjin, agir nêzî zeviyan pênexin her wiha komîteya parastinê li gundewaran ji bo parastina berhemên çandiniyê hat avakirin.

Li gorî daxuyaniyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di sala derbasbûyî (2019) de bi hezaran hektar ji zeviyên çandiniyê yên ceh û genim hatin şewitandin.

ŞÎRETÊN COTKARAN JI BO PARASTINA ZEVIYAN

Cotkarê bi navê Abdullqadir Silêman Osman ê ji gundê Girdêmê Helîmê yê girêdayî navçeya Tirbespiyê di sala derbasbûyî de agir bi 500 donim ji zeviyê wî yên çandinî ket wiha got: "Hemû berhemên cotkaran ên li gund şewitîn û zeviyên min jî di navde û me sûd jê nedît."

Der barê mekanîzmeya parastina zeviyan a îsal Abdulqadir Osman wiha anî ziman: "Ji bo em zeviyên xwe biparêzin em weke cotkaran li gund me biyar da di nava 24 saetan de û bi rêya nobedariyê zeviyên xwe biparêzin da ku bûyerên sala derbasbûyî dûbare nebe."

Osman tekez kir ku heger agir çêbibe sarîcên wan ên avê tune ye û destnîşan kir ku li gund zêdetirî 7 terektoran heye lê sarîcên wan ên avê tune ye û bang li aliyên pêwendîdar kir ku ji wan re sarîcan peyda bikin.

XWESTEKÊN JI BO ZÊDEBÛNA EREBEYÊN AGIRKUJIYÊ Û SEHRÎCÊN AVÊ LI GUNDAN

Mihemed Yûsif cotkarek ji gundewarên Tirbespiyê ye, 80 donim genim û gijnîj îsal çandiye û ew du birayên xwe şirîkên tevî ku weke dibêje îsal berhemên wan ne zêde başe.

Yûsif wiha got: "Ev 3 sal e em sûdê ji mewsimê çinînê nabînin. Di sala pêrar de baran kêm bû û par jî hate şewitandin. Îsal li gorî nêrîna min ne baş e û kurmê lê berheman xistiye ji ber min nikarîbû semad kirîba, ji ber biha bû."

Yûsif bang kir ku erebeyên agirkujiyê li gundewaran were peydakirin ji bo dema şewat çêbe di zûtirîn dem de destwerdanê bikin û wiha pê de çû: "Divê cotkaran parastina zeviyên xwe bikin û ji bo parastinê bi hev re koordîne  bikin û zeviyan biparêzin ji ber ew baştirîn şêwaz e.

Yûsif ji cotkaran xwest ku derdora zeviyên xwe cot bikin û şînatiyên zêde rakin ji ber dema agir çêdibe ew zêde zerarê didin zeviyan her wiha di navbera her zeviyekî de rûbereke firehiyê hebe da ku agir ji zeviyekî neçe yê din.

Cotkarê bi navê Abdulrehman Casim El-Milalî ji gundê El-Hebîs ê navçeya Til Hemîsê ye û di sala borî de zeviyên wî şewitîbû, wiha anî ziman: "Em wek cotkarên herêmê tu derfetên me tune ye. Tenê sarîcên avê yên avdana sewalan li gel me hene. Em tijî av dikin û dema tê xwestin ji bo şewata zeviyan em bikar tînin."

El- Milalî ji cotyaran xwest ku hişyar bin, her ji xwediyên patozan xwest ku filterên mazotê bi kar bînin da ku çirûskên agir ji sekmanên patozan nekevin nava zeviyan.

TEDBÎRÊN PÊWÎST JI BO ŞEWATÊ

Umer El-Mûsa ji gundê El-Timîm ê 40 km başûrê Til Hemîsê û xwediyê patozê ye, ev tişt got:  "Me patozên xwe sererast kirin û amade kirin û hemû pêwîstî taybet ên patozê mîna agirkuja dest, traktor ku li pey wî cot bike, sehrîcên avê peyda kirin da ku di dema çinînê de agir bi zeviyan nekeve."

El-Mûsa bang li şêniyan kir ku alîkariya Rêveberiya Xweser bikin da ku şewat çênebe û dema şewat çêbe vemirînin. El-Mûsa tekez kir ku patozan berê xwe dane herêmên başûrê Til Hemîs û dest bi çinînê kirine ji ber li wê herêmê mewsimê çinînê beriya herêmên bakur bi 15 rojan dest pê dike.

Li gorî daneyên Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di sala derbasbûyî de agir bi zêdetirî 435 hezar û 500 donim erd li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ket, her wiha di encama wê de 14 kes ji sivîl, leşker, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û endamên tîmên agirkujiyê şehîd bûn.

(bx)

ANHA


Mijarên Din