`Ji bo parastina destkeftiyên şehîdan divê çeteyên DAIŞ`ê werin darizandin`

Hevser û dayîkên şehîdan ên Reqayê banga avakirina dadgehek navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin da ku çeteyên DAIŞ`ê werin darizandin.

Piştî tunekirina çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî ve, êdî mijara dadgehkirina wan ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bûye dosyayek. Şênî ji ber binpêkirinên çeteyan gelek êş û azar kişandine. Ji ber hişmendiya wan ya tundrew xizmên xwe winda kirine.

Girêdayî mijarê hevser û dayîkên şehîdan ên Reqayê destnîşan kir ku ew qabûl nakin ku keda zarok û hevserên wan vala biçin û gotin: “Ji ber wê em banga avakirina dadgehek navdewletî dikin da ku çeteyên DAIŞ`ê werin darizandin.”

Nûriye Ereb El-Salih hevsera şehîd Ismaîl El-Dikî yê ku di Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûye  got: "Em hatine dinê ji bo ku bi rumeta xwe jiyana xwe bidomînin. Daxwaza şehîdan di rizgarkirina Bakur, Rojhilatê Sûriyê pêk hat û dem hatiye ku di gorên xwe de bi rihetî razin. Divê çeteyên DAIŞ`ê bi riya dadgehek navdewletî werin darizandin.”

Hîba El-Abdullah hevsera şehîd Mihemed Elî yê ku li herêma Eyn Îsayê şehîd bûye destnîşan kir ku pêvajoya yekemîn bi dawî bûye. Hîba got: “Di dema niha de tunekirina şaneyên veşartî yên çeteyan û tunekirina hişmendiya wan a tundrew pêwîst e.”

Hîba banga avakirina daagehek navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê kir.

Dayîka şehîd Feysal û hevsera şehîd Siûd El-Xemîs yên ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûne Emîne Hec Elî pesna rola QSD`ê di tunekirina DAIŞ`ê de kir.

Emîne wiha got: “Ji bo parastina destkeftiyên ku bi saya keda şehîdan hatine bi destxistin, divê dadgehên navdewletî werin avakirin û çete werin darizandin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din