​​​​​​​'Ji bo parastina herêmê divê em bi hêzên leşkerî û Rêveberiya Xweser re hevgirtî bin'

Serokê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê Ferhan Hec Îsa bang li Koalîsyona Navneteweyî ku li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên ku kesayetên çeteyên DAIŞ`ê têk birin, dike armanc helwesta xwe zelel bike. Cîgirê serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê jî got: " Ji bo parastina herêmê divê em bi hêzên leşkerî û Rêveberiya Xweser re hevgirtî bin.''

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca pêkanîna xewna Osmanî û berfirehkirina qada dagirkeriya xwe, li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû cureyên sûcan pêk tîne.

'TU NIYETA CIVATA NAVNETEWEYÎ TUNE YE KU ALOZIYA WELAT ÇARESER BIKE'

Têkildarî mijarê serokê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê Ferhan Hec Îsa ji ajansê re axivî û got: "Tişta hişt ku Sûriyê bibe armanca çavbirçiyan, erdnîgariya wê ya stratejîk e ku Asya, Afîka û Ewropa digihîne hev. Di kongreyên cîhanî yên di demên dawî de li dar ketin hate xuyakirin ku bêhtirî xwe dosya Sûriyê hate nîqaşkirin û ev e ya ku girîngiya Sûriyê ji bo cîhanê tevdî piştrast dike. Tu niyeteke civata navneteweyî tune ye ku vê krîzê Sûriyê çareser bike."

Ferhan Hec Îsa diyar kir ku pisgirêkên Moskova bi Ewropa re hene û pirsgirêkeke wê ya bi girêk heye divê were çareserkirin û wiha domand: ''Li aliyekî din li Ukraynayê şerekî dimeşîne, ev şer ne tenê li ser Ukraynayê ye, lê li dijî Ewropayê jî. Lewma Sûriyê di navbera van welatan de bûye qada rageşiyan.''

'HEWL DIDE ÎMPERATORIYA OSMANÎ ZINDÎ BIKE'

Hec Îsa destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze împaratoriya Osmanî zindî bike, lewma hewl dide qada dagirkiriya xwe berfireh bike û bibe dewleteke herêmî xwedî gotin û wiha dewam kir: "Her wiha hewl dide ku di pergala nû ya cîhanê de  be ku dewletên mezin hewl dide ava bikin. Di heman demê de dixwaze erêkirinekê ji van dewletan bigire da ku niştecihên herêmê yên mayî koçber bike û di encamê de herêmên nû dagir bike."

Der barê daxuyaniya rayedarên Tirk ên têkildarî avakirina "herêma ewle" de, Ferhan Hec Îsa ev nirxandin kir: "Ev desthildarî bi xwe ye. Dema em dibînin behsa vê yekê dikin mîna ku herêm ji niştecihên wê vala ye û tu kes lê tune ye, di encamê de zêdetir milyon penaberên li wan herêman bi cih dikin, armanc dikin tevliheviyê û tirsê çêkin ku bandoreke neynî li gelê Sûriyê tevdî bike."

Têkildarî civîna sêalî ya dawî ya di navbera Rûsya-Tirkiyê û Îranê ku li Tehranê li dar ket, serokê Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê herêma Firatê Ferhan Hec Îsa wiha axivî: "Tişta dewleta Tirk a dagirker di civîna dawî de dixwest ew bû ku ji bo dagirkirina herêmên nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, erêkirinekê werbigire û planên xwe yên guhartina demografiyê berdewam bike, lê daxwazên wê hatin redkirin û ji ber vê yekê bi balafirên bêmirov êrişî herêmê dike."

Ferhan Hec Îsa bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet ji aliyê balafirên bêmirov ku kesên çeteyên DAIŞ`ê têk birin, dike armanc helwestekê nîşan bide. Her wiha bang li partiyên siyasî û çalakvanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku yekitiya xwe ava bikin û bi rêya têkiliyên dîplomatîk ên bi derve re, qada hewayî ya herêmê bigirin.

Hec Îsa di dawiyê de bang li civata navneteweyî kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker li hemberî herêmên me terorê pêk tîne, bi wê re hemû qanûnên navneteweyî bin pê dike, sînorên welatan cîran derbas dike û hemwelatiyên wan ditirsîne. Her wiha bi rêya dezgehên xwe yên ragihandinê hewl dide rastiyan berovajî bike, lewma ji erka cîhanê ye ku destekê bidin Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sînorekî ji Tirkiyê re deyne."

Têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker ên dagirkirina herêmên nû yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim Til Rifet û Minbic, cîgirê serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbic Mihemed Berkel wiha axivî: "Ji aliyê civakî ve girîngiya Minbicê ew e ku bi pirrengiya pêkhateyên xwe tê naskirin. Kurd, Ereb, Çerkes û Tirkumen lê dijîn. Ev jî modela jiyana hevbeş û biratiya gelan e. Têkiliyên hezkirin û aştî di navbera wan de hene. Hevgirtina niştimanî û civakî, pêşketina aborî û peydabûna rêbazên debarê li Minbicê bala her kesî kişand. Ji ber vê yekê hemû alî di nava nakokiyan de ku vê bajarê bi dest bixin û tev li herêmên hegemoniya xwe bikin."

Berkel destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker gefên leşkerî dixwe û îdia dike ku ew ê Minbic ji terorê rizgar û paqij bike û got: ''Lê di rastiyê de hewl dide li herêmê timayên xwe pêk bîne. Di encamê de ew xizmeta berjewendî û ajandeyên xwe yên derve dike ku hewl didin welat xirab bikin û sûdê ji xêr û bêra gel werbigirin.''

Berkel da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide rojavayê Firatê ji rojhilatê wê qut bike ku herêmên Sûriyê parçekirî bimînin, mînaka wê jî dema dewleta Osmanî ye. Her wiha armanc dike modela Rêveberiya Xweser ku projeya neteweya demokratîk pêk tîne, hilweşîne.

Mihemed Berkel di dawiyê de ev tişt got: ''Em şêniyên Minbicê divê yekitiya xwe ava bikin û destekê bidin hêzênx we QSD`ê ku destkeftiyên şehîdên xwe û yekitiya Sûriyê biparêzin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din