Ji bo parastina ji Koronayê tenê di rewşên pêwîst de derkevin ji derve

Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya herêma Cizîrê ji bo xwe parastina ji vîrûsa Koronayê, bang li şêniyan kir û got: “Xwe ji vîrûsê biparêzin,  ji malên xwe destpê bikin, kom nebin, tenê di rewşên pêwîst de ji mal derkevin û zarokan di nav malê de zana bikin. Çopê li gorî dema paqijiyê cihên wê yên diyar.”

Bi firehbûna qada belavbûna vîrûsa Korona re, asta girtekên hişyariyê li tevahiya cîhanê zêde bû. Li hinek dewletan çûyîn û hatin hate qedexekirin. Ji bo parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji vegirtina vîrûsê, Rêveberiya Xweser tedbîrên pêwîst girtin û di 14`ê Adarê de şaneyek aloziyê ava kir.

Cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya herêma Cizîrê Bêrîvan Umer diyar kir ku wan bi koordîneya Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê re hinek tedbîrên pêwîst ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrûsa Korona girtine û got: "Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyên alavên pêwîst ji bo pakkirinê re peyda kirin. Desteya Tenduristiyê jî madeyên pakkirinê peyda kirin. Ji ber wê desteyê dest bi pakkirina tevahiya navend û saziyên Rêveberiya Xweser kirin."

GIRTEKÊN HIŞYARIYÊ

Bêrîvan Umer destnîşan kir ku wesayîtên veguhestina hundirîn hatine taloqkirin. Tê payîn ku hemleyên zanakirina şêniyan di vî warî de bêne orgenîzekirin. Her wiha destnîşan kir ku hemleyên paqijiyê di nav bajêr de zêde kirine. Tevî zêdekirina saetên dewam û gerên zabiteyê di nav sûkan de. Da ku şênî ji kombûnê hişyar bikin, çavdêriya xwaringehan bikin û ji paqijiyê xwarinên amade dikin teqez bibin.

Bêrîvan îşaretpê kir ku saetên paqijiyê li bajarên herêma Cizîrê diyar kirine. Ev dem li gorî bajar û hejmara niştecihên wê cuda dibe. Bêrîvan bang li şêniyan ki ku xwe ji vîrûsê biparêzin,  ji malên xwe destpê bikin, kom nebin, tenê di rewşên pêwîst de ji mal derkevin û zarokan di nav malê de zana bikin. Çopê li gorî dema paqijiyê cihên wê yên diyar.

Tê payîn ku Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê demên çekirina çopê li tevahiya bajarên kantonê diyar bike li gel girtina girtekên tenduristiyê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din