Ji bo parastina xwendekaran ji koronayê tedbîr hatin girtin

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê diyar kir ku di roja yekemîn a sala nû ya perwerdeyê de 822 hezar xwendekarî berê xwe da 4 hezar û 92 dibistanan. Her wiha got, ji bo parastina xwendekaran ji vîrusa Koronayê gelek tedbîr hatin girtin.

Hevserokê Desteya Perwerde Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê  Receb El-Muşrif têkildarî hejmara xwendekarên sala ya nû ya perwerdeyê û tedbîrên ku ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa Koronayê di nava xwendekaran de girtine, ji ANHA`yê re axivî.

HEJMARA XWENDEKARAN 822 HEZAR DERBAS KIR

Receb Muşrif got, hejamra xwendekarên ku di roja yekemîn a sala 2020-2021`an a perwerdeyê de berê xwe dane dibistanan,  822 hezar derbas kir û dê di çend rojên pêş de ev hejmar zêdetir bibe.

Muşrif destnîşan kir ku Desteya Perwerde û Fêrkirin îsal 4 hezar û 92 dibistan amade kir. Her wiha xebatên restorekirina dibistanên ziyan dîtine dewam dikin, da ku hejmareke din a dibistanan di rojên pêş de bikevin xizmetê.

Muşrif eşkere kir ku 38 hezar û 228 mamoste dê perwerdeyê bi rêve bibin.

JI BO PARASTINA JI VÎRUSA KORONAYÊ GELEK TEDBÎR HATIN GIRITN

Muşrif da zanîn ku ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa Koronayê di nava xwendekaran de, wan bi koordîneya bi Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser re gelek tedbîrên wekî, dezenfektekirina dibistanan beriya destpêkirina dewamê bi awayekî domdar, girtine.

Her wiha pîvanên dûrbûna civakî di navbera şagirtan de tên pêkanîna û hejmara şagirtan li odeyên perwerdeyê hate kêmkirin û sîstema fûcan li hemû dibistanan tê pêkanîn.

JI BO NÎQAŞKIRINA RÊBAZÊN PAQIJIYÊ BI MALBATÊN XWENDEKARAN RE CIVÎN PÊK TÊN

Muşrif daxuyand ku di dema pêş de dê gelek civînan bi malbatên xwendekaran re li dar bixin û mijarên girêdayî paqijiya xwendekaran û tedbîrên xweparastinê bi wan re nîqaş bikin.

Her wiha destnîşan kir ku Desteya Perwerdeyê bi koordîneya komîte û desteyên perwerdeyê yên Rêveberiyên Xweser û Rêveberiyên Sivîl re, çavdêrekî girêdayî deste û komîteyên perwerdeyê diyar kir da ku çavdêriya xwendekaran bike û heke rewşên bi guman derketin, tedbîrên pêwîst bigire.

PERWERDEKIRINA LI GORÎ METERYALÊN RÊVEBERIYA XWESER BERDEWAM E

Muşrif agahiyên rawestandina perwerdeya bi meteriyalên Rêveberiya Xweser ku di demên dawîn de derketine, derewand û wiha got: "Ew nûçe ji rastiyê dûr in. Em li herêmên Cizîrê û Firatê meteriyalên Rêveberiya Xweser perwerde dikin, li rêveberiyên din jî meteriyalên UNESIC`ê tên dayîn."

(cx)

ANHA


Mijarên Din