Ji bo pêkanîna lihevkirinê yekîneyên artêşa Sûriyê derbasî Eyn Îsayê dibin

Piştî lihevkirina di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hikumeta Sûriyê de yekîneyên artêşa Sûriyê derbasî navçeya Eyn Îsayê bûn.

Derbasbûna yekîneyan di çarçoveya lihevkirinê de pêk hat ku Rêveberiya Xweser diyar kir ku lihevhatin leşkerî ye û şikandina êrîşa artêşa Tirk a dagirker li Sûriyê armanc dike.

Yekîneyên artêşa Sûriyê li gelek deverên sînor ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dibin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din