Ji bo pêşxistina qada perwerdeyê  Rêveberiya Xweser bi şêniyên Hecînê re civiya

Bi armanca pêşxistina qada perwerdeyê , Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi mamoste û şêniyên bajarokê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê re civiya.

Civîn li avahiya Gerîndetiya Perwerdeyê ya bajarokê Hecînê hate lidarxistin.

Şêniyên bajarokê, tevî mamoste û rûspiyan di civînê de amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre rewşa perwerdeyê li herêmê, rêbazên pêşxistina wê hatin nîqaşkirin. Her wiha bal hat kişandin ser rewşa perwerdeyê di dema dagirkerina çeteyên DAIŞ'ê de û hate gotin ku çeteyan fikirê tundraw di mejiyê zarokan de diçand.

Beşdaran mijara derbaskirina meteryalên Neteweyên Yekbûyî (NY) li dibistanên din mîna herêmên din ên rizgarkirî wekî Reqa û Tebqayê nîşqa kirin.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Kodo bal kişand ser meteryalên nû û got ev meteryal wekî rewşeke lezgîn e, da ku xwendekar ji perwerdeyê qut nebin û fikirê tundraw ku çeteyan di mejiyê xwendekaran de çandin, were rakirin.

Mîna vê civînê dê îro li bajarokê Şefa yê rojhilatê Hecînê were lidarxistin.

ANHA


Mijarên Din