Ji bo rêgirtina li pêşiya vejandina DAIŞ`ê pêşniyar hatin kirin

Di rûniştina duyem a roja sêyemîn a komxebata navdewletî ya girêdayî DAIŞ`ê de, ji bo darizandina çeteyênDAIŞ‘ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêgirtina li pêşiya vejandina wan gelek pêşniyar derketin pêş.

Komxebata navdewletî ya girêdayî DAIŞ`ê di roja xwe ya sêyemîn û dawîn de li hola Beylesan a navçeya Amûde ya girêdayî kantona Qamişlo rojhilatê Sûriyê berdewam e. Di rûniştina duyem a roja dawî de beşdaran pêşniyarên çareserkirina terora DAIŞ`ê nîqaş kirin.

Rûniştina duyemîn ji aliyê mamosteya zanîngeha Bexdayê, pispora karûbarên Îran û Tirkiyê û dozên Rojhilata Navîn Fereh Sabir, pisporê nakokiyên navdewletî, pisporê lêkolînên kurdî û tevgerên şoreşgerî û gelên bê welat Thoreau Redcrow, berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd, nivîskar, lêkolînerê aborî û xwediyê mater di beşê aboriya navdewletî ya 2012`an Çeleng Umer, parêzer Salih Mihemed Nîkbaxt ê ku berê wek rojnamevanek siyasî û çalakvanek û parêzvanek mafên sivîl û mafên mirovan kar dikir û doktorê siyaseta Rojhilata Navîn, pisporê karûbarên siyasî û civakî û mamosteyê zanîngeha Shach a Çînê Seven Seîd ve hatin birêvebirin.

Di vê beşê de pêşniyarên girêdayî çareserkirina terora DAIŞ`ê ji aliyê siyasî, leşkerî, ewlehî, aborî, civakî, mafî, çandî û olî ve  hatin nîqaşkirin.

DAIŞ amûra leşkerî ya pêkanîna planên Tirkiyê ye

Pisporê nakokiyên navdewletî, pisporê lêkolînên kurdî û tevgerên şoreşgerî û gelên bê welat Thoreau Redcrow behsa çareserkirina DAIŞ`ê ji aliyê siyasî ve kir û got: "Tirkiyê li welatê xwe aştiyê qebûl nake û hewl dide bi awayekî domdar nakokiyan çi li derve çi li hundir belav bike. Şerê wê li dijî projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînakek wê ye. Nayê veşartin ku ew dem demê hewl dide tevliheviyên belav bike û mudexeleya herêmê bike. Tirkiyê piştgiriya komên tundrew û çeteyan dike jê DAIŞ û El-Qaîde, da ku êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Her wiha bi rêya piştgiriya çeteyan hewl dide temenê aloziya Sûriyê dirêj bike."

Redcrow di nav axaftina xwe de behsa rola Tirkiyê di desteka komên islamî yên radîkal de li Sûriyê di bin gelek navan de kir û got: "Ez dibînim ku Erdogan bavê rûhanî yê DAIŞ`ê ye. Birayên DAIŞ`ê jî hene û li herêmên din belav bûne, jê Efrîn, Cerablus, Bab û Ezaz. Tirkiyê bi rêya çeteyên xwe hewl dide rûberên berfireh bi armanca mitîngeriyê serwer bike.  Ev ji Tirkiyê ne dûr , ji ber ku wê rê li pêşiya derbasbûna çeteyan ji Sûriyê re hêsan kir. ev hemû bi belgeyan hatine isbatkirin. Ez dibînim ku Tirkiyê DAIŞ`ê wek amûrek leşkerîû hovane ji bo pêkanîna planên xwe li hundir û derve bi kar tîne."

Redcrow di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navdewletî kir ku ronahî berdin ser dagirkirina Tirkiyê ji Efrînê re û divê bizainbin yên ku Efrîn dagir kirine çeteyên DAIŞ`ê ne lê di bin navên din de. divê Koalîsyona navdewleyî jib o parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêgirtina lipêşiya qirkirinên ku Tirkiyê li herêmê pêk tîne, qedexekirina firîna balafiran li asîmana herêmê ferz bike.

Avakirina hêzên parastinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêwîstiyek bû

Ji aliyê xwe ve berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd sedemên derketina van koman û çareseriyên tunekirina DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî û ewlehî ve diyar kirin. Mehmûd got: "Hikumet û desthildariyên Rojhilata Navîn hewl dan desthilatdariya xwe û berjewendiyên xwe yên siyasî dûrî berjewendiyên giştî biparêzin. Ji ber wê gelên herêmê li hember wan hikumetan serî hildan. Çewisandina hikumetan raperîna gelan, hişt ku komên çete di nav de DAIŞ`ê derkevin. Di piraniya deman de ew kom girêdayî desthilatdariyê bû û hinek hikumetên navdewletî û herêmî  desteka wan dikir da ku planên wan aliyan li ser hesabê tevgera gelêrî û raperînên gelêrî bînin cih."

Her wiha Mehmûd pêwîstiya avakirina hêzeke leşkerî  ji bo parastina gel destnîşan kir û wiha anî ziman: "Armanca avakirina hêzên leşkerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastina civakê ji çeteyan bû, ne ku ji bo desthildariyê biparêze mîna gelek artêş û hêzên çekdar dikin. Avakirina hêzên leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe spart gelê herêmê bi xwe, da ku ewlehiya herêmê ku piştî aloziyê, serhildana gel û destwerdanên herêmî û derve derketine, biparêze."

Çavkaniya aborî DAIŞ‘ê divê were zûhakirin

Nivîskar û lêkolînerê aborî yê di sala 2012‘an de master di aboriya navdewletî de girtiye Çeleng Umer jî di semînera xwe de çareseriyên civakî û aborî ji bo şerê DAIŞ‘ê girt dest. Çeleng Umer tinekirina DAIŞ‘ê û bi 3 faktorên bingehîn û wiha domand: "Yekem divê rêya desteka madî û lojîstîk ya çeteyên DAIŞ‘ê were kirin. Duyemîn dahetên ku ji derve diçin ji çeteyan re divêj werin zûhakirin, sêyemîn jî dive pereyên ku ji derve û bi rêya hin kesayetên alîkarên wan werin çemidandin."

Çeleng Umer îşaret bi vê yekê kir ku divê hikûmetên rojavayê û civaka navdewletî di aliyê siyasî, civakî û leşkerî de destekê bide herêmê û gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê bi giştî bi sînor bike, ji ber xeteriya wî li ser tevahî cîhanê heye.

Têkildarî aliyê qanûnî yê tinekirina DAIŞ‘ê û çawaniya darizandina wê di dadgehên navdewletî de hiqûqnas Salih Mihemed Niyakbaxt semîner da. Salih bal kişand ser girîngiya ku dewletên biyanî welatiyên xwe yên di nava DAIŞ‘ê de li gel QSD‘ê werbigirin û wiha anî ziman: "Hejmareke mezin a çeteyên DAIŞ‘iyên biyanî li gel Hêzên Sûriyaya Demokratîk hene. Mafê hêzên leşkerî yên ku herêmê diparêzin heye ku wan çeteyên DAIŞ‘ê darizînin, ji ber ku van hêzên çeteyên DAIŞ‘ê li herêmên xwe têk bigirin, darizandina wan li ser vê xakê dê prosesa dadgehkirinê hesa bike. Di heman demê de dadgehekirina aliyên ku destek dane çeteyan gereke. Di vî alî de Tirkiyê tuhmetbar e."

Salih her wiha amaje bi madeya 33 ya peymanên Neteweyên Yekbûyî ya der barê terorê de û got: "Her hêzeke terorîst ku îradeya gel armanc dike, divê were şermezarkirina û darizandin, ev tiştekî rewa, ev yek ji bo çeteyên DAIŞ‘ê jî ku li Sûriyê û Iraqê sûc der heqê sivîlan de  kirine."

Doktorê beşê siyaseta Rojhilata Navîn û pisporê kûrûbarên siyasî û civakî û semînervan di zanîngeha Şatiş a Çîna Seven Seîd semîner da û aliyê çandî û olî yên tinekirina DAIŞ‘ê girt dest.

Sevîn Seîd anî ziman ku çareseriyên şerê li dijî DAIŞ‘ê di aliyê olî de dewleta demokratîk e, ku maf û nêrînêna her kesî qebûl dike.

Di dawiya rûniştina duyemîn a roja sêyemîn a komxebatê de beşdaran nêrînên xwe li ser semîneran dan. Di nêrînan de pêwîstiya avakirina dadgeheke navdewletî li Bakur û Rojhilata Sûriyê ji bo darizandina DAIŞ‘ê de destnîşan kirin. Her wiha hate gotin ku divê civaka navdewletî bi berpirsyartiya xwe rabe û di aliyê siyasî, leşkerî, aborî û fikirî de şerê DAIŞ‘ê bike.

Tê payîn ku pêş çend saetên din dê komxebat bi encamnameyê bi dawî bibe.

ANHA


Mijarên Din