Ji bo Rojhilatê Kurdistanê li Hesekê û Dêrikê alîkarî tê komkirin

Bi dirûşmeya "Bi hev re ji bo piştgiriya gelê me li Rojhilatê Kurdistanê" bi armanca alîkariya mezin ji welatiyên ku zirar ji leheyê dîtin, Heyva Sor a Kurd konê komkirina alîkariyê li bajarê Dêrîkê vekir. Her wiha li bajarê Hesekê jî hemleya komkirin alîkariyê hate destpêkirin.

HESEKÊ

Bi dirûşmeya "Bi hev re ji bo piştgiriya gelê me li Rojhilatê Kurdistanê", Heyva Sor a Kurd a Kantona Hesekê bi hevkariya meclisa kantona Hesekê, daxuyaniyek hevpar dan û di daxuyaniyê de hemleya komkirina alîkariyê ji kesên ku zirar ji barîna zêde û leheyê li Rojhilatê Kurdistanê dîtin, hate destpêkirin.

Hemle îro destpê kir û dê heta 25`ê Nîsanê dewam bike. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Heyva Sor a Kurd Ciwana Elî ve hate xwendin, tê de wiha hate gotin:

"Di encama barîna baranê ya zêde û leheyên ku li Rojhilatê Kurdistanê rû dan de, gelek gund û mal hatin hilweşandin û hin welatiyan jiyana xwe ji dest da, ji ber vê yekê welatî neçar man ku dev ji malên xwe berdin, lewra bê mal man.

Di bin dirûşmeya "Bi hev re ji bo piştgiriya gelê me li Rojhilatê Kurdistanê" Heyva Sor a Kurd û bi hevkariya meclisan, Kongreya Star, TEV-DEM, şaredarî, PYD û HPC`ê yên herêmê ji dîroka 18`ê Nîsanê heta 25 mehê dest bi hemleya komkirina alîkariyê li bajarê Hesekê dike.”

QAMIŞLO

Bi heman armancê, Heyva Sor a Kurd li herêma Dêrîkê îro dest bi hemleya komkirin alîkariyê hate kirin.

Konê alîkariyê li navenda bajarê Dêrîkê hate vedan, tê payîn ku hemle hefteyekê bidome.

Hemle bi daxuyaniyekê hate destpêkirin. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Heyva Sor a Kurd a herêma rojhilat Dr. Ehmed Şêxmûs ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di encama barîna baranê ya zêde û leheyên ku li Rojhilatê Kurdistanê rû dan, gelek gund û mal hilweşandin û hin welatiyan jiyana xwe ji dest dan, ji ber vê yekê welatî neçar man malên xwe terk bikin û bê mal bimînin."

Bi armanca alîkariya mezin ji welatiyan re, em di Heyva Sor a Kurd bang li hemû welatî, sazî, koperetîfan, rêxistinên mirovî û alîkariyê û şaredariyê dikin ku em piştgiriya birayên xwe li Rojhilatê Kurdistanê bikin."

Şêniyên bajarê Dêrîkê jî berê xwe didin kon da ku alîkariya şêniyên Rojhilatê Kurdistanê bikin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din