​​​​​​​Ji bo şehîd Bawer Eniz û Edîb Elî sersaxî hat xwestin

Şêniyên kantona Qamişlo di merasîma sersaxiyê ya şehîd Bawer Eniz û Edîb Elî de heta pêkanîna serkeftinê soza şopandina rêya azadiyê da.

Îro bi sedan şêniyên kantona Qamişlo bi pêkhateyên xwe, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, her wiha Kongra Star sersaxî da malbata şervanê YPG`ê Bawer Ridwan Eniz (Çiya Qamişlo) û malbata welatiyê bi navê Edîb Elî ên ku 10`ê vê mehê di encama êrişeke hewayî ya artêşa Tirk  a dagirker a li dijî erebyekê li gundê Mele Sibat ê rojavayê Qamişlo şehîd bûn. Konê sersaxiyê li ber avahiya Şaredariya Gel a bajarokê Girbawî yê kantona Qamişlo hate vegirtin. Konê sersaxiyê bi wêneyên her du şehîdan Bawer Eniz û Edîb Elî, her wiha rêber Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hate xemilandin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Xelîl axivî, îşaret bi berxwedanên kurdan ku di dirêjahiya dîrokî de dane meşandin, kir û got: "Gelê Kurd bi gelek şoreşan rabûn ku gihaşt 28`an. Bi şoreşa Partiya Karkerên Kurdistanê ya bi serkêşiya rêber Abdullah Ocalan û teqandina fîşeka yekemîn ji aliyê heval Egîd re me dîwarê tirsê şikand û rihê berxwedanê xwe der. Me li ber xwe da û em li ber xwe bidin jî."Mihemed Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk her tim bi rêya êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi rêya ajan û çeteyên xwe hewl dide pêşiya modela li Rojava, bigire.

Xelîl anî ziman ku wan li dijî dagirkeriya Tirk derbeyên giran pêk anîne, çi li çiyayên Kurdistanê be yan jî li Rojava be ev jî bû sedem ku asta êrişên xwe yên li ser herêmê zêde bike. Xelîl soz da şehîdan ku ew ê heta mîsogerkirina serkeftinê şopdarên rêya wan bin.

Bi navê hêzên leşkerî Nezîr Sofî axivî û got ew her tim amade ne li dijî êrişên li ser herêmê bisekinin.

Sofî diyar kir ku ger dewleta Tirk a faşîst di serî de Erdogan bixwaze dîroka kurdan nas bike, bila li Kemal Pîr, Hakî Karer û Şêx Seîd û bi hezaran wek wan vegere.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û got: "Kesên banga şoreşê dikin bila nas bikin ku tu tişt bê berdêl tune ye, şoreş xwedî pîvanên exlaqî ye û kesên bixwazin pêk bînin ew ê berdêlên giranbuha bidin ku bigihêjin armancên wê."

Hiso diyar kir ku li Kurdistanê Pêngava 15`ê Tebaxê destpêka têkoşîna çekdarî bû û dê derbasî sala xwe ya 39`emîn bibe û wiha dewam kir: "Berî wê tu tiştekî me tune bû, wan rewşên zehmet û zordariya li ser me hişt, em wê demê gavên mezin biavêjin."

Endama rêveber a Kongra Star Şêrîn Elî axivî û îşaret bi girîngiya şopandina rêya şehîdan û ji bo pêkanîna azadiyê xurtkirina xeta têkoşînê kir.

(eh)

ANHA


Mijarên Din