Ji bo şehîdên Berxwedana Serdemê sersaxî hate xwestin

Li Şehbayê ji bo  şehîdên Berxwedana Serdemê yên ku di demên cûda de şehîd bûne sersaxî hate xwestin.

Ji bo  şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê ku di demên cûda de şehîd bûne, konê sersaxiyê li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a li gundê Til Qera yê kantona Şehbayê hate vedan.

Şêniyên herêmê ji saetên sibehê ve berî didin konê sersaxiyê yên şehîdê Hêzên Rizgariya Efrînê Mihemed Hisên (Şoreş Amanos), şervanên YPG'ê Hesen Ereb (Heqî Qerar), Ebdo Tabaş (Masûm Kebar), Mihemed Mihemed (Mervan Aras), Elî Yûsif (Pilind Berazî), Henan Solo (Xebat Efrîn) û şervanan YPJ'ê Leyla Mele Nasan (Amara Qehreman) û ji malbatên wan re sersaxî xwestin.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hatibû xemilandin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Welo, endama Meclisa Kantona Efrînê Arîn Elî, endama Koordînasyona Kongreya Star Hediya Yûsif û rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li herêma Efrînê Reşîd Silêman axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwendin û hate gotin, Efrînê di ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê were rizgarkirin.

Axaftivanan soza şopandina rêya şehîdan dan.

Nasnameyên şehîdan ji aliyê endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Rûxeş Hesen û Avdar Mihemed ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din