Ji bo şopandina sûkan Qamişlo û Hesekê 15 kom hatin avakirin

Gerînendetiyên zimhêrê yên Qamişlo û Hesekê dest bi hemleya şopandina buhayên li sûkan û telefkirina madeyên demborî kir.

Di demekê de ku qedexeya derketina derve ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat dirêjkirin, sûkên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin vekirin û bi hatina cejna Remezanê re gerînendetiyên zimhêrê yên kantonên Qamişloyê û Hesekê dest bi gerên di nava sûkan de ji bo şopandina buhayan kir.

Beriya hemleyê endamên her du gerînendetiyan li navenda Gerînendetiya Zimhêrê ya Hesekê kom bûn. Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Zimhêrê ya Herêma Cizîrê Abdulbasit Kûtê gelek hişyarî dan endaman da ku li gorî şert û qanûnên zimhêrê tev bigerin û lîsteyên buhayan li hemû dikanên bazirganiyê bişopînin û lênûskên bacan belav kirin.

Rêveberiya Giştî zêdetirî 15 kom ava kirin. Her komek ji 5 kesan pêk tê da ku dakevin sûkên navçe û bajarokên her du kantonan.

Di hemleyê de dê serdana hemû dikanên bazirganiyê di sûkên navendî û giştî de, xwaringeh, dikanên madeyên xwarinê, dikanên cil û pêlavan were kirin.

Di gerên di nava sûk û taxên bajarê Hesekê de komîteyê gelek dikan bi 50 hezar lîreyên Sûriyê hatin cezakirin. Gelek ji wan jî hatin hişyarkirin û gelek madeyên xwarinê ku dema wan derbas bûbû, şewitandin.

Li gorî hevserokê Gerînendetiya Zimhêrê ya Qamişloyê Remedan Hesen, rêjeya bacên Gerînendetiya Zimhêrê ji sedî 5 ji bo dikanan e ku hatine cezakirin û yên derveyî qanûnê kar dikin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din