‘Ji bo têkbirina planên Tirkiyê yekîtî pêwîst e’

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser  herêma Heftanînê şermezar kirin û gotin: “Ji bo têkbirina planên dewleta Tirk a dagirker,  pêwîstî bi yekîtiyê heye.”

Ji 16’ê Hezîrana borî de dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêma Heftanînê ya li başûrê Kurdistanê zêde kirine. Şervanên HPG’ê li hember dagirkeriyê berxwedanek efsanewî didin meşandin.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê diyar kirin ku ji bo rawestandina her êrişek li ser Kurdistanê pêwîstî bi yekîtiyê heye.

Şêniya bi navê Heyat Horo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser  Heftanînê şermezar kir û wiha got: "Bêdengiya navdewletî ya li hember êrîşên dewleta Tirk dide nîşan ku destê hemû dewletan di komploya li dijî Kurdan de heye. Em xwediyê vê xakê ne û bi maf in. Em ê piştgiriya şervanên HPG’ê bikin, çi dibe bila bibe em dest ji doza xwe bernadin.”

Şêniya bi navê Fatme Şêxo jî bêdengiya rêxistinên mafên mirovan a li dijî sûcên li ser Kurdan şermezar kir û wiha axivî: “Em dest ji maf û xaka xwe bernadin. Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê li dijî 16 komên çeteyan bi yekîtiyê sekinîn. Hedefa dewleta Tirk a dagirker tûnekirina Kurdan e.”

Şêniyê bi navê Îsa Mistefa behsa hedefa dewleta Tirk a dagirker kir û wiha got: “Dewleta Tirk dixwaze Kurdan tûne bike. Divê gelê Kurd ê li herçar aliyê Kurdistanê yekîtiya xwe ava bikin, destkeftî û xaka xwe biparêzin.”

Mistefa li ser bêdengiya hikumeta herêma başûrê Kurdistanê wiha axivî: "Divêyabû hikumeta herêma başûrê Kurdistanê ev êriş red bikirane. Lê bêdeniya PDK’ê nîşaneya hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re ye."

(fr)

ANHA


Mijarên Din