Ji bo vegera şêniyên Dêrazorê, gelek projeyên xizmetguzariyê

Rêveberiya Xweser gelek aliyên xizmetguzariyê ji şêniyên Dêrazorê re pêşkêş kirin, niha jî di pêkanîna gelek projeyên biçûk de dixebite û bernameya sêyemîn a vê salê bi dawî dike da ku şênî vegerin herêmê.

Di 23`yê Adarê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê hemû deste û buroyên girêdayî wê da Dêrazorê da ku alîkariya xizmetguzariyê pêşkêşî şêniyên Dêrazorê bike û amadekariya vegera wan bike, piştî rizgarkirina cihê dawîn ji DAIŞ`ê li ser destê QSD`ê.

Ji ber vê yekê, desteyên girêdayî kar û barên xizmetguzariyê yên rêveberiyên herêmî, şaredariyan, tenduristî û perwerdeyê bi hevkariya Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê bernameya kar danî, da ku xizmetguzariya lezgîn û yên jiyanî ji şêniyan re, wek ava vexwearinê, nuqteyên tenduristiyê û amadekirina firneyan, paqijkirina bermahiyên şer û amadekirina dibistanan amade bike.

Hevseroka Desteya Herêmî û Şaredariyan Mediya Bozan diyar kir ku wan ji sedî 50 xebatên xizmetguzariyê li herêmên Dêrazorê amade kirin, jê paqijkirina bermahiyên şer û tunelên ku DAIŞ`ê kolandibûn, jinûve sererastkirina firneyan û sererastkirina rêyan.

Her wiha Mediya got wan plana zîftkirinê ji bo gelek rêyan daniye, her wiha stasyona ava vexwarinê sererast kirin û niha xebat ser 3 stasyonên din tê kirin.

Mediya soz da ku xebata ser hemû projeyên xizmetguzariyê ji herêmên Dêrazorê re bi rêya bernameya sêyemîn a sala 2019`an bi dawî bibe.

Di aliyê tenduristiyê de Desteya Tenduristî û Hawîrdorê di pêkanîna projeyên navendên tenduristiyê de dixebite, her wiha hejmara navendên ku li herêmên Dêrazorê dixebitin jî 21 e.

Hevserokê Desteya Tenduristî û Hawîrdorê di Rêveberiya Xweser de Ciwan Mistefa teqez kir ku di navbera 21 navendên di bernameya rêveberiyê de hatine danîn, niha bi awayekî lezgîn li Hecîn û gundên derdora wê ji bo vekirina 4 navendên tenduristiyê dixebitin.

Her wiha di aliyê perwerdeyê de jî hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Kewser Doko got ew di amadekirina mamosteyan de bi rêya vekirina dewreyên vekirinê dixebitin, her wiha dibistanên ku hatin rûxandin, sererast dikin û kursiyên xwendinê jî peyda dikin û tekez kir ku hemû şagirtên Dêrazorê dê di destpêka sala xwendinê ya îsal de li dibistanan bin.

Xizmetguzariya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş dike, dibe alîkar ku şêniyên Dêrazorê yên di kampan de vegerin Dêrazorê.

(jo)

ANHA


Mijarên Din