Ji bo xwediyên firanan biryar

Piştî giliyên şêniyan ji ber nebaşbûn û kêmbûna nan, Komîteya Aborî ya bajarê Serêkaniyê hin biryar ji bo xwediyên firnan stand.

Piştî giliyên şêniyên herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê ji ber nebaşbûna nan, Komîteya Aborî bi hevkairya Beşê Temwînê û Desteya Firan a herêmê biryar derxistin.

Ji wan biryaran "Dê miqdarê ardê ji bo firneyan hatiye veqetandin bi torbeyên nan ku firne derdixe were pîvandin û bi 125 l.s were hevdankirin ku buhayê torbeya nan. Dîsan jî dê ji sedî 50 li ser buhayê mixaleftan were zêdekirin, heger xwediyên firneyan zêdeyî carekê mixaleftan bike dibe ku ev rêje hê were zêdekirin.

Kesên li gorî vê biryarê tevnegerin dê bên girtin, ard li ser firne were qutkirin û firne were girtin.

Endama Rêveber a Komîteya Aborî ya herêma Serêkaniyê Mehabad Mihemed anî ziman ku li ser gilî û gazicên şêniyan der barê nebaşbûna nan yekser civînek hate lidarxistin.

Mehabad diyar kir ku di civîna endamên Koîmteya Aborî, Beşê Temwînê û Komîteya Firan hazir bibû de, biryar ji bo xwediyên firnan hatin standin.

Mehabat Mihemed bang li şêniyên kir ku giliyên xwe pêşkêşî aliyên têkildar bikin û ji xwediyên firneyan xwest li gorî biryaran tevbigerin.

ANHA

 


Mijarên Din