Ji bo xwediyên patozan biryar hatin girtin

Gerînendeya Çandiniyê Komîteya Aborî ya Tebqayê amadekariyên pêşwazîkirina mewsimê hilberînê îsal dike û ji bo xwediyên patozan biryar derxistin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsal baran baş bariya, ji ber wê cotyarên xwedî zeviyên bejî zeviyên bi genim û ceh çandin. Komîteya Çandiniyê ya Tebqayê ji bo xwediyên patozan biryar derxistin û bûhayê çinînê diyar kir.

Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Tebqayê sotemenî ji xwediyên patozan ji 9 hezar heya 14 hezar lître mazot li gorî hewcedariya xwediyên patozan peyda kir.

Li gorî komîteyê, mazot dê li xwediyên patozan bi 4 paran li gorî pêwîstiya her patozekê di çarçoveya miqdarên ku Gerînendeya Çandiniyê diyar kirine de û di ruxseta patozan de hatiye diyarkirin were belavkirin.

Li gorî biryarnameya komîteya ya der barê buhayê de çinênê:

-Cehê bejî bê ka hezar û 500 lîreyên Sûriyê. Ceh bejî bi ka hezar û 900 lîreyên Sûriyê(tevlî 200 lîreyên Sûriyê eger ka di turikan de hate dagirtirin).

-Genimê bejî bê ka hezar û 700 lîreyên Sûriyê. Genim bejî bi ka hezar û 900 lîreyên Sûriyê ( tevlî 200 lîreyên Sûriyê eger ka di turikan de hate dagirtin).

-Cehê avî bê ka 2 hezar lîreyên Sûriyê. Ceh avî bi ka 2 hezar û 300 lîreyên Sûriyê ( tevlî 200 lîreyên Sûriyê eger ka di turikan de were dagirtin).

-Genimê avî bê ka 2 hezar lîreyên Sûriyê. Genim avî bi ka 2 hezar û 400 lîreyên Sûriyê (tevlî 200 lîreyên Sûriyê eger ka di turikan de were dagirtin).

Her wiha Gerînendeya Çandiniyê ji bo xwediniyên patozan ên ku ruxset girtine biryar derxist. Li gorî wê, kesên li gorî wê tevnegere dê rastî cezayên qanûnî were, dibe ku ceza girtin be anî jî pere be. Ji biryaran ku komîteyê derxistinê; qedexeye xwediyên patozan sotemenî bifroşin an jî depo bikin, an depoya patozê vala bikin da ku careke din dagirin. Kesên van kiryaran bikin dê patoza wî 15 rojan were desteserkirin û ji bo gerînendeyê were bi karanîn.

Her wiha xwediyê patozê yê ku bazirganiya miqdara sotemenî ya ku ji wan  re hatiye diyarkirin, ji derveyî herêma Tebqayê dike dê li gorî peymana ku Buroya Şêwirê ya Rêveberiya Sivîl organize kiriye û ji Dîwana Edaleta Civakî re were veguhestin û bi pere were cezakirin û heya salekê were girtin

Li gorî hevserokê Gerînendeya Çandiniyê ya Tebqayê Xalid El-Esker, gerînedeyê hefteya derbasbûyî bi xwediyên patozan re civiya û ji wan diyar kir ku nabe ji herêmê biçin heya ku hilberîn li herêmê bi temamî diqede û ji wan xwest cudahî nexin di navbera zeviyan de eger baş be yan na.

Gerînendeya Çandiniyê di du hefteyên derbasbûyî de biryarname girêdayî parastina zeviyan ji şewatê û rê li pêşiya wê were girtin belav kiribûn.

(şx)

ANHA


Mijarên Din