Ji bo xwendekaran çalakiyên werzîşê

Rêveberiya Dibistanên Herêma Cizîrê ji bo pêşxistina afrînerên werzîşê li gel xwendekaran û avakirina nifşekî çalak, çalakiyên lîstik û werzîşê dan destpêkirin.

QAMIŞLO

Ji plansaziyên îsal ên Rêveberiya Dibistanên Herêma Cizîrê; pêşxistina afrînerên xwendekaran da ku nişfeşekî çalak û akîv were avakirin hebû. Di vê çarçoveyê de dê rêzeçalakiyên werzîşê û turove li tevahî deverên herêma Cizîrê werin lidarxistin.

Îro Rêveberiya Dibistanên Herêma Cizîrê bi hevkariya Yekîtiya Werzîşê yekemîn çalakî li Stada 12‘ê Adarê ya bajarê Qamişlo da destpêkirin.

Çalakî bi pêşbirka bezê dest pê kir. 30 xwendekarên seretayî yên dibistanên bajêr beşdarî pêşbirkê bûn. Ji her dibistanekê xwendekarê herî xurt ketin pêşbirkê. Pêşbirka bezê ya 100 mitreyî bû û li ser 3 merheleyan pêk hat. Di merheleya yekemîn de 12 xwendekarên  hatin hilbijartin. Di merleya duyemîn de 12 xwendekarên ku bi serkeftin ketin pêşbirkê û ji wan 6 xwendekarên serkeftî dîsa ketin pêşbirkê û di merheleya dawî de ji 6 xwendekaran 3 xwendekarên herî serkeftî hatin hilbijartin.

Di dawiya çalakiyê de hersê xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin.

Ji bo rewşên awarte, Rêxistina Heyva Sora a Kurd li stadê amade bû.

Mîna van çalakiyan dê tevahî bajar û navçeyên herêma Cizîrê werin lidarxistin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din