Ji bo xweparastina ji Koronayê li herêma Firatê ‘şaneya aloziyê’ hat avakirin

Di çarçoveya tedbîrên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê girtine de, Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê ‘şaneya aloziyê’ ya ji 6 kesan pêk tê, ava kir.

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê şaneya aloziyê ya ji 6 kesan ava kir da ku tedbîrên pêwîst ji bo pêşîlêgirtina nexweşiya vîrusa  Koronayê ya nû (Covid-19) bigirin û eger rewşên nexweşiya bi vîrusê li herêmê rû dan, aloziyê kontrol bikin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu rewşên vîrusê nehatine qeydkirin. Hevseroka Desteya Tenduristiya ya Herêma Firatê Hedle Hesen diyar kir ku da ku şewba Koronayê derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebe, Rêveberiya Xweser dê hemû bergiriyên pêwîst bigire.

Hedle Hesen ku endama ‘şaneya aloziyê’ ye, wiha axivî: "Ji bo xweparastina ji vîrusê û agahdarkirina welatiyan, em tedbîrên pêwîst digirin. Duh di yekemîn civînên şaneya aloziyê ya bajarê Kobanê de, ev biryar hatin dayîn; lixwekirina lepik û maskên tenduristiyê (kemame) li xwaringeh û firinan, girtina hemû dikanên besteniyê û qedexeye ku li sûkê jî bê firotin, zêdekirina paqijiyê li bajarê Kobanê û gund û bajarokên girêdayî wê, her wiha paqijkirina hemû navendên saziyan li herêma Firatê, rawestandina hemû kombûn û şahiyan, amadekirina cihekî din ê karantînayê yê berfirehtir û veqetandina 100 hezar dolarî ji bo têkoşîna li dijî vîrusê."

Hedle Hesen destnîşan kir ku maskên tenduristiyê pir kêm in û hewl didin hejmareke zêde jê peyda bikin da ku li hemû navendên tenduristiyê bên belavkirin.

Destya Tenduristiyê duh navendek ji bo pêşwazîkirina rewşên ku tê texmînkirin ên vîrusa Koronayê ne, vekir û niha jî amadekariyên navenda karantînayê li gundê Îdoqê yê başûrê Kobanê bi dawî dike ku tê payîn di çend rojên pêş de vebe.

Di heman mijarê de, Yekitiya Rewşenbîran pêngava belavkirina broşûrên hişyarkirinê li şêniyên gundên Kobanê, dest pê kir. Ev yek wek tedbîreke xweparastina ji vîrusa Koronayê ku bûye şewbeke cîhanî, pêk hat.

Endamên yekitiyê broşûr li şêniyên gelek gundên başûrê Kobanê belav kirin. Her wiha rê û rêbazên xweparastina ji vîrusê dan nasandin.

Di broşûran de, ev perespektîf hatin dayîn; şûştina destan bi rêk û pêk, dûrketina ji kesên ku îşaretên nexweşiyê lê xuya dikin, ger herareta laş zêde bilind bibe û bikuxe yan jî astengiyan di nefesê de bikişîne divê xwe bigihînin navendên tenduristiyê yên herî nêzîk û hwd.

Her wiha şêniyan daxwaz kir ku Desteya Tenduristiyê alîkariyên wekî maskên tenduristiyê pêşkêşî wan bike.

 (cx)

ANHA


Mijarên Din