‘Ji bo xweparastina ji vîrûsê mayîna li mal û paqijî tedbîrên sereke ne’

Bijîşk Enter Sîno, ji bo xweparastina ji vîrûsa Koronayê got: “Tedbîrên sereke yên ji bo xweparastina ji vîrûsa Koronayê mayîna li mal û paqijî ye.”

Korona vîrûsa nû ji vîrûsên herî xeternak ên dema niha ne, ku bi lez li seranserê cîhanê belav dibe û ta niha tu derman jê re nehatine  dîtin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrûsê li herêmê, gelek tedbîrên wekî; girtina dibistanan, qedexeya derketina derve, girtina piraniya dikanên bazirganiyê û girtina dergehê sînorî, girt.

Di vê mijarê de ANHA’yê hevdîtinek bi serokê bijîşkan li Nexweşxaneya Gel a Hesekê Enter Sîno re çêkir.

Enter Sîno di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Vîrûsa Korona ya nû ji bajarê Wuhan ê Çînê destpê kir. Ev vîrûs nexweşiyeke sing a giran çêdike û yek ji vîrûsên "DNA" yê ye. Teşeya vîrûsê dihêle ku bi lez di nava şaneyan de belav dibe. Ji ber vê yekê nexweşî jî bi lez belav dibe û şewbeke cîhanî ava dike."

Sîno wiha dewam kir: "Ji ber guhertina teşeya vîrûsê, ta niha tu derman jê re nehatiye dîtin. Ji bo xweparastina ji vîrûsê, tiştê sereke paqijî, şuştina destan bi av û sabûnê heta 30 saniyan, her wiha divê em xwe dûrî kombûnan bikin û metreyekî nêzî kesî nebin."

Sîno bang li şêniyan kir ku li mal bimînin û wiha axivî: “Tekane rêya ku belavbûna vîrûsê asteng bike mayîna li mal e. Ger kesek li bajêr bi nexweşiyê bikeve, dê li tevahî herêmê belav bibe. Ji ber ku cîhaz anku dermanên pêşketî yên li dijî vê vîrûsê di destê me de tune ne."

Enter Sîno diyar kir ku wan li Nexweşxaneya Gel a Hesekê gelek tedbîrên xweparastina ji Koronavîrûsê girtine û odeyeke gerok li pêşiya deriye nexweşxaneyê çêkirine, da ku şênî li wir bên kontrolkirin. Ger pileya germahiya kesekî bilind be derbasî odeyek gerok a taybet tê kirin da ku rewşa wî ya tenduristî bişopînin.

Sîno di dawiya axaftina xwe de got: "Em bang dikin ku şênî vîtamînên C,D û A bixwin. Ji ber ku ev vîtamîn parastina laş xurt dikin. Her wiha divê pir vexwarinan vexwin ji ber ku laş ji madeyên jehrî xilas dike û parastina laşê mirov xurt dike."

(cx)

ANHA


Mijarên Din