Ji bo xwetêrkirinê sebze di malên bilastîkî (sera)de têne çandin

Li gundewarên bajarê Minbicê bi armanca xwetêrkirinê û berhemdana sebzeyan ne di mewsimê de, sebzeyên zivistanê di malên bilastîkî (sera) de tên çandin.

Li bajarê Minbic û Gundewarên wê sal bi sal rûbera çandiniya sebzeyan di malên bilastîkî de zêde dibe. Par rûbera wê gihaşt 60 hektarî, lê îsal Saziya Çandiniyê texmîn dike ku rûber zêdetir bibe. Sazî niha serjimariyê çêdike û hîn bidawî nebûye.

Çandina sebzeyan bi vî rûberî, dibe piştevan ku sebzeyan ji derve bi lêçûneke mezin neynin. Tevî ku bi awayekî baş têrê nake lê hin pêwîstiyên bajêr ji sebzeyan weke "Xirtik, xeyar û firingî û hin sebzeyên din" digire.

Abdullqadir Hesen ji gundê Enzawiye yê 26 km dikeve rojhilatê bajarê Minbicê, di çandina sebzeyên zivistanê de di malên bilastîkî de, dixibete.

Tecrûbeya Abdullqadir Hesen di çandina firingiyan de bi ser ket. Di vê der barê de Abdullqadir wiha axivî: "Min tecrûbeya çandina di malên bilastîk de çêkir û tecrûbeya min bi ser ket."

Abdullqadir Hesen got lêçûna malên bilastîkî pir biha ye, lê ya girîng ku bi ser dikeve û wiha domand: "Her malek 3 milyon lîreyên Sûrî dixwaze. Dema çandiniya şitlan, çandin û çinîna wan nêzî 6 mehan dewam dike. Her 1 kîlo firingî bi 600 heta 700 lîreyên Sûrî hate firotin."

Hesen bang li cotkaran kir ku tecrûbeya xwetêrkirinê pêk bînin û sebzeyan ji derve nekirin.

Hesen tekez kir ku axa wan ji çandiniyê re baş e û ava zêde alîkariya wan dike, her wiha semada xwezayî (Zibil) a herî zêde ku hişt çandiniya di malên bilastîkî de bi ser bikeve.

Saziya Çandiniyê li bajarê Minbicê û gundewarên wê destekê dide cotkaran. Ji wan re semad, mazot bi buhayê 75 lîreyên Sûrî ji 1 lître re peyda dike û ji bo her 1 hektarî 450 lître mazot dide.

Malên bilastîkî alîkariyê dike ku av zêde di avdana sebzeyan de bi şêwazê nuqteyan neyê bikaranîn, her wiha nahêle ku xaza CO2 ku ji girîngtirîn gazên ji şînatiyê re ye, biçe. Ji ber miqdarên mezin ji wê xazê di bin malên bilastîkî de kom dibe û ji bo şînatiyê pir baş e.

(bx)

ANHA


Mijarên Din