Ji bo yekîtiya Kurdan amadekariyên lidarxistina konferansê tê kirin

Partiyên siyasî yên kurdî di nava însiyatîfa komîteya Niştimanî ya Kongreya Kurdistanê KNK`ê-Rojava de, komîteya reşnivîsa rêziknameya hundirîn a amadekariyên konferansa ku dê di demên pêş de, bi armanca li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê avakirina yekrêziya kurdî were lidarxistin, ava kirin. 

Îro 28 partiyên siyasî yên kurdî yên li Rojava û komîteya Kongeraya Niştimanî ya Kurdistanî KNK`ê-Rojava civîna xwe ya heftane li navenda Têkiliyên Dîplomatîk ên derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidar xistin.

Di civînê de belgeya ku ji xebata siyasî ya yekrêziya kurdî hate gotobêjkirin.

  Di vê derbarê de piştî hemû aliyên siyasî pêşniyar û têbiniyên xwe anîn ziman, belge hate xwendin.

Tê payîn ku ev belge di konferasa ku ji aliyê Komîteya Kongreya Niştimanî ya Kurdistanî KNK`ê-Rojava di demên pêş de, ji bo hemû partî, kom û kesayetên siyasî yên kurdî yên li bakur û rojhilatê Sûriyê were lidarxistin, esas were girtin.

Di vê derbarê de endamê Komîteya Kongerya Niştimanî ya Kurdistanî Diyar Remezan biryarên civînê ji civîna çapemeniyê re eşkere kir.

 Ji encamên biryarên civînê, biryara diyarkirina reşnivîsa rêziknameya hundirîn a siyasî ku tê payîn di konferasa dê were lidarxistin bû.

Tê payîn ku Pênşema were civînek wekî vê civînê, ji bo gotobêja reşnivîsa ji aliyê komîteya reşnivîsa rêziknameya hundirîn hatiye diyarkirin, were lidarxistin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din