Ji Cenevê bang li Tirkiye: Rêzê ji agirbestê re bigire

Ji bo civînên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê hata 25’ê Mijdarê navber hate dayîn. Nûnerê NY’yê Pedersen ê piştî civînan daxuyanî da bang li Tirkiyeyê kir ku rêz ji agirbestê re bigire.

Civînên Komîteya Destûra Bingehîn a 150 kesî ya 30’ê Cotmehê bi fermî li Ofîsa Cenevê ya NY’yî ya di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de ye destpê kir, piştî civînên hefteyekê ya desteya destûra bingehîn a 45 kesî û şûnde îro di saetên şevê de bi dawî bû.

Piştî hefteyekê û şûnde di saetên şevê de civîneke çapemeniyê hate lidarxistin, li ser civînan agahî hatin dayîn. Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NY’yê Geîr Pedersen îdîa kir ku civîn serketî derbas bûne, diyar kir ku wê civîn 25’ê Mijdarê destpê bikin. Pedersen ragihand ku her du aliyan anîne ziman ku wê 25’ê Mijdarê li gel hev bicivin,  destnîşan kir ku civînên heta niha hatine kirin ji bo hemû aliyan ji berî her tiştî bû sedma pêşxistina rewşeke bi bawer.

Piştî daxuyaniyê li ser pirsa rojnamevanekê ya ‘dema ev civîn dewam dikir, êrîşên Tirkiyeyê dewam dikir. Gund û bajar tên hilweşandin, di van civînan de we ev êrîş şermezar kirin an ne? Dîsa rêjeya Kurdan a di civînê de çiqas e?’ Pedersen got: “Di nava Komîteyê de bi vekirî dengên Kurdan tê bihîstin, weke berê min gotî, ez jî sekreterê giştî jî me li ser rewş mirovî û bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû didin daxuyanî dabûn. Weke berê jî me gotibû, niha jî dibêjim; banga lezgîn a agirbestê dikin, banga li gorî agirbestê tevger kirinê dikim.”

Li aliyê din di nava komîteya ku nunerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nehatî vexwedin de, tenê du Kurd cihên xwe digire.


Mijarên Din