Ji cihê komkujiyê... divê rejîm û Rûsya tedbîrên astengkirina êrişên dewleta Tirk bigirin

Şêniyên Efrîn û Şehbayê bang li rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê yên li Şehbayê kir ku tedbîrên guncaw ên astengkirina êrişên dewleta Tirk bigirin.

Bi dehan şêniyên Şehba û Efrînê yên neçarî koçberiyê bûne, li cihê komkujiya li dijî sivîlên li navçeya Til Rifetê kom bûn û daxuyaniyek da.

Şêniyan bi daxuyaniyê komkujî şermezar kir û got: "Ev komkujî li ser sicîlên komkujiyên ji hêla dagirkeriyê ve li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk aniye, zêde dibe."

Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî ji hêla Abdurehman Sîdo û Hêvîn Reşîd ve hat xwendin.

Daxuyaniya şêniyên Şehba û Efrînê ya li ser komkujiya Til Rifetê wiha ye:

"Piştî êrişên bênavber li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve û pêkanîna komkujiyan li dijî şêniyên sivîl ku li ser sicîla hikumeta AKP’ê ya tijî komkujî, zêde dibe, komkujiyeke nû li dijî şêniyên Efrînê yên neçarî koçberiya li Til Rifetê ya li herêmên Şehbayê bûne, di 02.12.2019’an de pêk hat. Di encamê de heta niha bi dehan qurbanî çêbûn û zêdetirî dehan birîndar hene ku piraniyawan zarok in. Em şêniyên Efrîn û Şehbayê û tevahî pêkhateyên wê bi gotinên tund vê komkujiyê ya ku li ser sicila komkujiyên ku ji hêla hikumeta AKP’ê ya li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibe, şermezar dikin.

Ev sûc, careke din ji tevahî cîhanê re tê piştrastkirin ku li gel dewelta Tirk projeya dagirkeriyê ya mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye û ev komkujî bi rasthatina hewldana civaka navdewletî ya çareseriya aloziya Sûriyê li gor biryarên navdewletî û pêkanîna wê, pêk hat. Ev jî bi avakirina herêma ewle ya ji hêla dewleta Tirk ve tê girêdan ku hincet in û tu têkiliya xwe bi ewlehî û aramiyê re nîn in. Lê belê ew e ku herêma ewle ji bo pêkanîna kiryarên xwe ji kuştin, wêrankirin û îşkenceyê pêk bînin û dagirkeriyê bisepînin. Armanc  ji van komkujiyan jî, tirsandina gel û terorkirina wan da ku ji herêmên xwe koç bibin ku projeya guhartina demografî, erdnîgarî û qirkirina etnîkî ku dewleta Tirk metod dike, pêk bînin.

Li ser vê bingehê, em şêniyên Efrîn, Şehba û tevahî pêkhateyên wê bang li civaka navdewletî, dewletên Koalîsyonê û Rûsyaya Federal a ku garantorê agirbesta li Şehbayê ye, dikin ku fişarê li hikumeta AKP’ê bikin ku êrişên xwe rawestîne û wekî van sûcên li dijî gelê me, şermezar bikin. Her wiha jî bang li gel dikin yekpare bin da ku li hember van êrişên li ser herêmên me bisekinin. Li aliyekî din jî bang li hikumeta Sûriyê û hêzên Rûsyayê yên li herêmê dikin ku tedbîrên guncawa yên nehiştina van êrişan bi şêweyekî yekser bigirin û xebata bi tevahî aliyan re pêk bînin ku çareyeke siyasî ya demokratîk li Sûriyê dûrî ajandeyên derve, bikin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din