Ji cotkarên pembo yên Reqayê hişyarî

Cotkarên pembo yên herêma Reqayê diyar kir ku eger Komîteya Çandiniyê madeyên tunekirina kurman pêşkêş neke, dê zirareke mezin bigihîje berhemên wan.

Piştî mewsima sala çûyî ku ji ber kurmê stêrî bi berhemên cotkaran ketin, asta berheman daket.

Cotkar diyar dikin ku li gorî salên çûyî, îsal berfirehiya zeviyên pembo ji sedî 50 daketiye.

Sala çûyî, berhem gihaşt 50 kg ji her donimekî re, lê hin cotkaran berhema xwe qut nekir, ji ber ku her donimek ji pembo ji 400 heta 600 kg dihat berhevkirin.

Tirsa ji dubarebûna bêtara sala çûyî

Sureya El-Hemûd yek ji cotkarên li gundewarên başûrê Reqayê ye û wiha got: "Ji ber sala çûyî zirarên ku bi berhama pembo ketin, alîkariya me nekir ku em ya îsal jî biçînin. Lê min berfirehiyek biçûk ji zeviyên xwe çand, ji tirsa ku ez dîsa jê zirarê bibînim û em nikarin çandiniya pembo jî bikin."

Sureya El-Hemûd daxwaza alîkariya cotkaran kir û got: "Em hêvî dikin ku alîkariyê ji Komîteya Çandiniyê bigirin, bi taybet di aliyê mazot û kêmkirina nirxê madeyên tunekirina kurman de ku bû sedem sala çûyî em mewsima xwe winda bikin."

Her wiha cotkar Mehmûd El-Ehmed ji cotkarên herêma Hiwêce El-Sewafî başûrê Reqayê, wiha got: "Min çandina pembo îsal nekir, tenê min çandina şênkayiyê kir."

Endamê Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê Heyder El-Mûsa, îşaret bi girîngiya pêkanîna tedbîrên li şûna madeyên tunekirina kurman kir û wiha got: "Me ji hemû aliyên têkildar û meclisên gel xwest ku ji ber vê yekê cotkaran agahdar bikin."

Komîteya Çandiniyê jî bang li cotkaran kir ku rêya bernameya tunekirinê di bin serweriya endezyarên pispor de bimeşînin û madeyên çavkaniyên wan ne diyar, jê dûr bikevin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din