‘Ji DAIŞ‘ê zêdetir Tirkiyê berpirsê komkujiya Şengalê ye‘

Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anîn û got, ji DAIŞ‘ê zêdetir Tirkiyê berpirsê komkujiya Şengalê ye.

Bi boneya salvegera 5‘an a Qirkirina Şengalê ku çeteyên DAIŞ‘ê 3‘yê Tebaxa 2014‘an li ser gelê Êzidî yê Şengalê pêk anîbû, Partiya Aştiya demokrtîk a Kurdistanê daxuayniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de, şervanên YPG û YPJ‘ê ji ber rola wan a vekirina kerîdora mirovî û rizgarkirina bi hezaran êzidiyên Şengalê hatin silavkirin.

Her wiha hate gotin heger hin hêz û dewlatan destûr nedabana komkujiya dawî ya li ser gelê Êzidî pêk nehatin û îşart bi dewleta Tirk hate kirin ku di rêza yekemîn a pêkanîna komkujî û sûcên li dijî gelen e.

Di daxuyaniyê de wiha hate domand: "Em Tirkiyê dixin rêza yekemîn a van sûcan, ev ne tewan e, lê belê êdî ji her kesî re eşker bûye. Her kes dizane ku Tirkiyê destekê dide rêxistinên terorîst ku DAIŞ‘ê yek jê ye. Bi vê yekê Tirkiyê ya ku Erdoganê tundraw serkêşiya wê dike ji DAIŞ‘ê zêdetir berpirsê komkujiya Şengalê ye."

ANHA


Mijarên Din