Ji Desteya Hindirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî

Desteya Hindirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryarnameyekê, derfeta tomarkirina erebeyên li herêmên girêdayî rêveberiyê, ku hîn  xwediyên wan tomar nekirine da.

Desteya Hindirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryarnameyekê ji xwediyên erebeyên netomarkirî yên di nava herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne, got ku erebeyên xwe tomar bikin û fîma wan rakin.

Li ser vî esasî Destayê di biryarnameya ku îro hate ragihandin got ku:"Ev biryar ji bo raya giştî, parastina ewlehî û aramiya hindirîn, pêşîlêgirtina gendeliyê û li gorî zagonên trafîkê were tevgerandin hatiye ragihand.Di heman demê de jî bang li welatiyan kir ku  ji bo erebeyên tomarkirina erebeyên xwe û rakirina fêmê, berê xwe bidin gerendeyên veguhaztinê yên girêdayî herêmên wan û li gorî pîvanên trafîkê tev bigerin.Ev yek jî ji dema ragihandina biryarnameyê de heta 1/7/2019`an re derbasdar e."

(eh) 

ANHA


Mijarên Din