​​​​​​​Ji Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrî bangewazî

Qedexeya derketina derve li navçe, bajarok û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja duyemîn de ye. Desteya Tenduristiyê piştrast kir ku heta niha tu kes li herêmê bi vîrusê neketiye û bang li şêniyan kir ku li gorî qedexeya derketinê tev bigerin.

Li gorî giştînameya ku hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek bergiriyên parastinê yên pêşîlêgirtina berbelavbûna Koronavîrusê, li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji saeta 6:00 sibehê ya 23’yê Adarê qedexeya derketina derve bi dema 15 rojan hat ferzkirin, her wiha ev dem dibe ku li gorî rewşê bê dirêjkirin jî.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro piştrast kir ku tu rewşa pêketina vîrusê ku êdî bûye krîza tevahî dewletên cîhanê û di encamê de heta niha 16 hezar û 563 kesan jiyana xwe ji dest da ye, li herêmê çênebûye.

Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê bang li tevahî şêniyên herêmê kir ku heke gumana li kesekî der barê vîrusê de çêbû, bi van nimreyan re têkildar bin:

0981137135

0998939754

0949356870

0949359179

Li aliyekî din jî Hêzên Ewlekariya Hundirîn dewriyeyên xwe li tevahî têketin û derketina bajêr û bajarok û navçeyan xurt kirin, her wiha li nava taxên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dewriye xurt kirin. Li gorî detayan, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêjeya ji sedî 80 ji dema ragihandina qedexeya derketinê de pêk anîne.

fr

ANHA


Mijarên Din