Ji destkeftiyên Şoreşa Rojava: Welatiyekî 2 erebe çêkirin

Ehmed Silêman bi keda xwe ya xweser ji bermahiyên kevn ên erebeyan, 2 erebeyên barhilgir  anku kamyon çêkirin, yek diyarî Rêveberiya Dergeha Sêmalka û ya din jî diyarî YPG`ê kir.

Ehmed Silêman ê 35 salî ji gundê Şebik ê girêdayî navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo ye. Silêman ji 14 salan ve wek mekanîsyen di herêma pîşeyî ya bajarê Dêrikê de dixebite.

Silêman pîşeya sererastkirina tevahiya cureyên erebeyan ji bavê xwe fêr dibe. Lê hewesa Silêman bi pîşeya xwe asta sererastkirina erebeyan derbas dike û çêkirina wesayîtan ji bermahiyên erebeyên kevn jê re dibe xewn.

Li gel karê xwe yê rojane di sererastkirina erebeyan de wek jêdereke bingehîn ji bo peydakirina qûta jiyana xwe, Silêman di demên xwe yên vala de ji bo pêkanîna xewna xwe xebitî.

Silêman parçeyên guhertina erebeyan, heykel û madeyên din ji pîşedarên herêmê kom kir û dest bi projeya xwe kir.

Silêman hewl da wesayîteke biçûk çêke û tevahiya parçe, motorên kevn ku kom kirine, bi kar anîn.

Piştî kedeke domdar heya zêdetirî 2 meh û nîvan Ehmed Silêman xewna xwe pêk tîne û 2 erebeyên barhilgir çêdike, yek biçûk û ya din jî navîn e. Silêman bi tena serê xwe her du erebe çêkirin.

Silêman bi karê xwe serbilind e û kêfxweş e, ji ber ku xewna xwe pêk aniye. Girêdayî mijarê dibêje di çêkirina her du erebeyan de bermahiyên erebeyên kevn bi kar aniye. Erebeya ku çêkiriye bi mazotê dixebite û lezbûna wê di saetekê de 80 km û barên bi qasî 3.5 ton radike.

Silêman wiha didomîne: "Ev projeya ku min çêkiriye yek ji destkeftiyên şoreşa Rojava ye. Şêniyên herêmê tevahiya pêdiviyên xwe bi xwe peyda dikin."

Silêman erebe diyarî Rêveberiya Dergeha Sêmalka û YPG`ê kirin. Hêvî û xewnên Ehmed Silêman ên pîşeyî di vir de namînin lê belê ew hewl dide tiştên nû çêke û dibêje ew niha hewl dide jeneratoreke bê sotemenî bixebite, çêke.

)şx)

ANHA


Mijarên Din