Ji destpêka çalakiyên vegera li Xezayê ve 311 kuştî hene

Navenda El-Mîzan a Mafên Mirovan a Filistînê ragihand ku hejmara kuştiyên bi guleyên artêşa Îsraîlê di çalakiyên vegerê û şikandina çemberê de, ji destpêkirina wê ya 30’ê Adara 2018’an ve gihaşt 311 kesan.

Li gorî belgeya ku nûçegihanê ANHA’yê yê Xezayê bi dest xistiye; 44 zarok, 2 jin, 9 astengdar, 4 karmendên ambulansê û 2 rojnameger di dema beşdarbûna wan a çalakiyên vegerê de hatine kuştin.

Her wiha 17 hezar û 443 filistînî, jê 4 hezar û 186 zarok û 781 jin, birîndar bûn.

Hejmara birîndarên ji tîmên tenduristiyê 202 ye. 34 ji wan gelek caran birîndar bûn. Hejmara rojnamegeran jî 172 ye û ji wan jî 41 kes gelek caran birîndar bûn.

Li gorî navendê, berdewama destdirêjiyan bi mafên beşdarên çalakiyan, rojnameger û tîmên tenduristiyê binpêkirinên dermirovî ne.

Navendê "bêdengiya civaka navdewletî", nepêkanîna sozên xwe û di serî de der barê şikandina çembera li Xezayê de ku zêdetirî 12 salan e didome û destgîrkirina ciwanên filistînî ya bê ser û ber şermezar kir.

Navendê diyar kir ku bêdengî tê wateya teşwîqkirina li ser zêdekirina kuştiyan.

Navenda El-Mîzan a Mafên Mirovan a Filistînê bang li civaka navdewletî kir ku lez bidin rawestandina binpêkirinên dijwar û yên li dijî mafên filistîniyan bi rêxistinkirî û sivîlan biparêzin.

(fr)


Mijarên Din