Ji devê şervanekî hinek kêliyên Berxwedana Serdemê

Serpêhatiya şervanê YPG‘ê Zagros Heleb yek ji sedan  serpêhatiyên ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de hatine jiyîn e.  Zagros û hevalên wî yên li 8 gundan û girekê şerê dagirkeran kirin.

Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya di qonaxa xwe ya duyemîn de didome, li hemberî teknîka herî pêşketî ya hêzên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li cîhanê deng veda.  Şervanan bi hevgirtina gel, bi îradeyeke xurt di her koşeyek gund, tax, navçe, çiya û bajêr de destanên qehremanî nivîsandin.

Yek ji şervanên YPG’ê yê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Helebê, şer kir jî Zagros Heleb e. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî Efrînê kir û li Efrînê Berxwedana Serdemê li dijî dagirkeran hat destpêkirin, Zagros Heleb ji fermandarên xwe xwest ku beşdarî Berxwedana Serdemê bibe. Zagros Heleb di roja  10‘an a Berxwedana Serdemê de gihişt Efrînê. Zagros Heleb bi çend şervanan re çûn  herêma Racoyê û li ser yekîneyan hatin belavkirin.

Li 8 gundan û girê Kevrê Kerr li ber xwe da

Zagros Heleb li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Belîlko, girê Kevirê Kerr, Hecîka, Hopka, Badîna heta gundê Mîsikê şer kir û di şer de birîndar bû.

Zagros kêliyên wê berxwedanê wiha bi bîr tîne: "Dagirkeriya Tirk girîngiyeke mezin dida gundê Mîsikê da ku bi dest bixin. Ji ber ku ev gund bedeneke asê di navbera navenda kantonê û navenda navçeyê de ye. Dagirkeriya Tirk gelek caran hewl dida ku vî gundî bigire. Bi rastî me şerekî giran li wir kir ku nayê jibîrkirin."

Zagros got: “Piştî koma şervanan a alîkariyê gihişt me, me amedekarî kir ku em çalakiyê li dijî çeteyên li gundê Derwîş plan kir. Diviyabû ku êrîş nîvê şevê destpêkiriba. Ji ber qutbûna xetên peywendiya me bi koma din re qut bû. Hîna em difikirîn çawa xwe bighînin koma din, dagirkerî û çeteyên wê saet 21:00 êrîş kirin. Di navbera me û çeteyan de şerên giran rû dan û heta saet 5’ê dewam kir. Di şer de hin hevalên me birîndar bûn. Em neçar man ji gundê Mîsikê derkevin. Piştî derketina me ya ji gund çete derbasî wê bûn. Me plan kir ku gund vegerînin. Em 12 şervan bûn, me dest bi amadekariyan kir."

Gund rizgar kirin û heta şehadetê jê derneketin

Şervanê YPG‘ê Zagros Heleb wiha didomîne: " Di saetên nîvro de piştî me gund şopand me dest bi çalakiyê kir. Di nava saet û nîvekê de me gund ji çeteyan rizgar kir. Derdora 11 çete hatin kuştin, me termên kuştiyan xistin malekê de. Hestên bi xweşiya serkeftinê pir giran bû."

Zagros diyar kir ku fermandar ji wan re got ji gund derbikevin.

Zagros Heleb li ser vê yekê wiha got: "Me biryara mayîna li gund da. Piştre saet çar û nîv dagirkeriyê bi du balafiran, helîkoptereke kobera û balafireke F 16 êrîşî me kir. Di bombebaranê de hevalên me Egîd û Demhat şehîd bûn. Berxwedana li dijî çeteyan dewam kir heta 9 hevalên me şehîd bûn, ez jî ji ling û destê xwe de birîndar bûm."

Zagros diyar kir ku bi birînên xwe ve 3 saetan meşiya ta gihişt hevalên xwe. Zagros got: “Ez bi awayek birîndar meşiyam. Ez gihiştim xeta tirênê. Ji ber westandinê û gêjbûnê ez hinekî sekinîm, paşê dîsa min berdewam kir. Min dît tankek gund topbaran dike. Piştre ji ser hişê xwe çûm. Piştî demek şiyar bûm min hemû hewldan kir heta bighêjim hevalan. Piştî sê saetan ez meşiyam. Ez di rêyên tarî û zehmet re derbas bûm. Ez gihiştim gundê Hac Xelîl cihê ku heval lê ne. Hevalan ez rakirim nexweşxaneyê."

Di wî şerî de Zagros 4 tiliyên destê xwe yê çepê winda dike, ji dest û lingê xwe birîndar dibe.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din