Ji duh heta îro nêrînek rojane li ser hevkariya DAIŞ û TC’yê

Gelo li herêmê DAIŞ xelas bûye yan niha jî wekî gefek hebûna xwe berdewam dike? Çima serweriya DAIŞ’ê piştî li ser rûyê erdê xelas bû jî bi tevahî hebûna wî ji holê nehatrakirin? Ji îro şûnde dê hebûna xwe bi çi rengî berdewam bike? DAIŞ piştî serweriya xwe li ser rûyê erdê winda kir jî êrîşan pêk tîne ev yek jî ji bo paşerojê peyeman dide? Ji îro şûnde tekoşîna li hemberî DAIŞ’ê, dê stratejiyek çawa bê meşandin?

Li herêmê rojeva herî germ axa ku di destê DAIŞ’ê de hatibe stendin jî xeteriya wî û piştevanên wî ye. Tê zanîn ku DAIŞ piştî serweriya xwe li ser rûyê erdê winda kiribe jî êrîşan pêktîne, ev yek jî mezinbûna xeteriyan nîşan dide.

Beriya em analizên êrîşên DAIŞ’ê ku li ser herêmê pêkanîne û di dema nû de li hemberî van êrîşan tekoşînek çawa bêmaşandin binirxînin divê em terora ku DAIŞ'ê di navbera çend salan de li ser heremê daye meşandin binêrin. Wê demê em ê rewşa xeter baştir bibînin.

Ji van pirsan ya herî kritîk jî siyaseta dewleta Tirk ya ku li ser herema Bakur û Rojhilatê Sûrîye dimeşîne. Li pişt gefên dagirkirina herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî de çi hene? Li ser xeta Washington-Enqere-Qamişlo çi çêdibin? Niqaşên ‘herêma ewle’ ya ku dê di navbera dewleta Tirk û Rêveberiya Xweser de bê avakirin berdewam dikin gelo kî çi dixwaze?

Dema Enbar-Mûsil ket

QSD’ê di daxuyaniya xwe 23’ê Adarê 2019’de pêngava ku li hemberî DAIŞ’ê li Dêrazorê dabû meşandin xelasiya DAIŞ’ê li ser rûyê erdê aşkera kiribû.

Li Iraq’ê 2013’an de DAIŞ’ê bi êrîşên xwe navê xwe belavkir û piştî 12’ê Gulanê 2014’an jî Mûsil’ê dagir kir hemû cîhan matmayî ma. Piştî wê wekî siyekî ket kîjan bajarî tirsa xwe belavkir û nexşeyên siyasî yên sedsale guherand. Piştî dagirkirina Mûsil û Enbarê qetlîma li Şengalê pêkanî asta zilmkariya xwe bilindtir kir.

DAIŞ cîranê Erdoğan ê ‘baş’ bû

Piştî DAIŞ’ê berê xwe da Sûrî êdî gihîştibû asteke terorek navneteweyî ku dewlet jî nikarin pê. Ji her welatên cîhanê selefi bi armanca cîhadê tevlî DAIŞ’ê dibûn. DAIŞ’ê ji gelek dewletên herêmê bêhtir bû xwedî ax û serweriya xwe ava kir. Piştî aboriya wî xurt bû dewletên serwer têkiliyên xwe bi DAIŞ’ê re bi her awayi çêkirin.

Piştî DAIŞ’a ku dewletên wekî Tirkî û Qeterê alîkariya leşkerî girt, beşek mezin ji Sûrî û Iraq’ê dagirkir. bi alîkariya Tirkiyê DAİŞ xwest Kobanê dagir bike û serkeftina xwe îlan bike.

Daxuyaniya Erdoğan ya ‘Kobanê ket û dê bikeve’ payama wî ji cîhanê re DAIŞ êdî ciranê min yê rewaye bû.

Hevsengiya hêzên nû

Têkçûna DAIŞ’ê ya li Kobanê destpêka xelasiya wî û şahidiya vejîna gelê heremê dikir. Gelê Rojava piştî li hemberî Rejima Surî 2012’an de tekoşina xwe da destpêkirin Şoreşa 19’ê Tirmehê pêkhat. Têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê ya 2014’an ya li ser axa Sûrî îlana destpêka dema nû bû.

Serkeftina li Kobanê bi her awayî destpêka pêvajoyek nû bû. DAIŞ ji aliye hin dewletan ve hat xwedî kirin û mezin kirin piştre dawiya çeteyên Nûsra û OSO hatanîn. Bi pêşengiya Kurdan jî li hemberî dagirkirin, mêtingeriyê bi îradeya gelê heremê tekoşînek bêhempa hat dayîn û hîmên pergalek nû hat avêtin.

Ji Kobanê heta Dêrazorê DAIŞ hat tekbirin

DAIŞ piştî li Kobanê derb xwar bi piştgiriya Erdoğan jî di qada navneteweyî de rewatiya xwe neda qebûl kirin û hêrsa hemû cîhanê li xwe kom kir. Koalîsyona Navneteweyî piştgirî da gelen li hemberî DAIŞ’ê têdikoşe û cihên destê DAIŞ’ê de bi tekoşîna gel hat stendin. DAIŞ’ê derba herî dawî li Dêrazorê xwar. Erdoğan piştî çeteyên Nûsra kişand Îdlîbê Cerablûs, Bab, Efrînê jî bi piştgiriya artêşa Tirk çeteyên OSO’yê dagir kir û hebûna çeteyan bi vî rengî hat parastin. (Bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê cilên wan hat guhertin di nav komên din hatin bicihkirin)

DAIŞ xelas bû yan li ber sekerataye?

Piştî li bajaroka Baxozê ya Dêrazorê 23’ê adarê 2019’an DAIŞ li ser rûyê axê serweriya wî bi dawî bû hat gotin ku DAIŞ xelasnebûye lê li ber sekerateaye.

Li heremê hebûna DYA û koalîsyonê li ser têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê herdem hat rojevê. Rêveberiya DYA û dewletên di nav koalîsyonê de her tim niqaşa ‘DAIŞ xelas bû yan nebû’ an ‘Em ê paşvebikişin na emê bimînin’ dihat kirin.

DAIŞ li Dêrazorê derbek mezin xwar û li ser rûyê erdê serweriya xwe winda kir. Ev yek jî tê wateya DAIŞ xelasnebûye mirov dikare tespîta beje li ber sekerataye.

Trump: Em vedikişên

Mijara me ya esasî ewe ku dema QSD û hêzên Koalîsyonê li Dêrazorê li hemberî DAIŞ’ê tekoşinek dijwar dimeşandin Serokê DYA’yê Trump 19’ê Kanûnê di daxuyaniya xwe îlana vekişandinê kir. Daxuyaniya Trump li cîhanê deng veda dîplometên Emerîkî yên li heremê jî bertek nîşanê vê daxuyaniyê dan. Wezîrê Parastinê James Mattis gotibû ‘Ev rewş nayê pejirandin’, Berdevkê Taybet yê Tekoşîna Li Dijî DAIŞ’ê Mcgurk jî îstîfaya xwe ya ji kar daxuyand.

Bandora biryara vekişandinê li qada navnetewî

Daxuyaniya serokê DYA’yê di çapemeniya navnetewî de, bondorek mezin li ser dewletan kir. Dewletên wekî Turkiye, Rûsya, Îran ku dixwazin heremê dagir bikin û serweriya xwe ava bikin ‘erênî’ nirxandin. Dewletên kul i hemberî DAIŞ’ê têdikoşin û di nava koalîsyonê cih digre di serî de Fransa di daxuyaniyên xwe de gotin divê DYA venekişe û hat gotin ku tekoşîna li hemberî DAIŞ’ê xelsanebûye.

Rêveberiya Xweser; DAIŞ xelasnebûye, dewleta tirk jê bi xetertire!

Rêveberê Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Bedran Çiya Kurd, dema ji ajansa Associated Press’ê re diaxive dibêje: “Tu daxuyaniyek rasterast yan jî agahdariyek ji me re nehatiye kirin. Tenê me jî ji çapemeniyê bihîstiye.”

Piştî DYA biryara xwe daxuyand, hişyariyên ger ku hêzên koalîsyonê ji heremê vekişin dê valatiyek çêbe û dewleta Tirk dê Bakur û Rojhilatê Sûrî dagir bike hatin. Ev yek jî li heremê dê tevlîheviyek nû çêbikira.

Gefên dewleta Tirk yên ji bo dagirkirina Minbicê û êrîşên ku li hemberî Bakur û Rojhiltê Sûrî dida meşandin ev tirsa ku dihat jiyîn piştrast dikir.

Dewleta Tirk dema kêfxweşiya xwe ji bo daxuyaniya Trump dianî ziman daxwazên xwe ji bo heremê dida aşkerakirin.

Piştî Rûsya, Îran û Sûrî planên xwe yên êrîşan xistin rojeva xwe DYA û koalîsyonê rewşa xwe di ber çavan re derbas kirin û ev rewş rojevek nû afirand.

Dewleta Tirk plana DAIŞ’ê ji nû ve vejîne dike

Piştî QSD’ê DAIŞ’ê li Baxosê têkbir serokê dewleta Tirk Erdoğan gefên xwe li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûrî zêdetir kir. Erdoğan bi DAIŞ’ê dixwest Sûrî dagir bike û pêşeroja kurdan tarî bike li bele ev xwestekên wî bi berxwedana gel têk çû. Xweynên wî yên Osminiyan nû jî bûn toz.

Ev plana Erdoğan ya qirkirina Kurdan serokê DYA’yê Trump li Osakayê li civîna G20’an bi henekî anî ziman lê rastiyê da aşkerakirin.

DAIŞ xelasnebû xetere berdewame di 2 mehan de 73 êrîş çêbûn

Dewleta Tirk ya di bin serweriya Erdoğan de bi DAIŞ’ê re ne gihaşt armanca xwe. Hemû cîhan di fikra DAIŞ li ser rûyê erdê serweriya xwe winda kiribe jî hêj xeteriya wî heye de ye.

Li navçeya Amûdê ya Qamişlo di 6-8 tirmehê de Forumek li ser mijara DAIŞ’ê hat lidarxistin. Di forumê de binê biryara li hemberî DAIŞ’ê tekoşina xwe xurt kirin hat xêzkirin.

Di foruma ku hat lidarxistin de li hemberî DAIŞ’ê tespîta tekoşinek gelemperî bê dayîn hat kirin û hat gotin ku çeteyên di deste Rêveberiya Xweserde ji bo li heremê bên darizandin dadgehek navneteweyî bê avakirin û ji bo çete bên tasviyekirin dewletên ku bi DAIŞ’ê re têkildarin têkiliyên wan bên birin. Mixabin çeteyên biyanî yên ku li heremê girtine dewlet li welatiyên xwe xwedî derneketin û ji bo li heremê bên darizandin divê dadgehek navneteweyî bê avakirin lê heta niha gavek şênber nehatiye avêtin.

Di foruma ku pêkhat de, tespîta ger ku tirsa hin dewletan ya dem ali heremê dadgehek navnetewî bê avakirin dê têkiliyên wan bi çeteyên DAIŞ’ê re derkeve heye hat kirin û hat iddia kirin ku ji ber vê yekê ev dewletên têkiliyên wan hene li hemberî darizandina çeteyan ya li heremê derdikevin.

Bi rastî em dikarin bêjin dewletên ku astengiyê li hemberî darizandina DAIŞ’ê ya li heremê derdixin têkiliyên wan bi çeteyan re heye.

Serweriya li rûyê erdê û rêxistina şaneya

DAIŞ’ê piştî derbek mezin xwar û serweriya xwe li rûyê erdê winda kir xwe wekî şaneyên veşartî rêxistin kir. Van şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî êrîşan li ser navendên leşkerî û sivîlan pêkanî.

Çeteyên ku di meha adarê û nîsanê dengê wan dernediket di meha gulanê de li gelek deveran êrîşan pêkanîn.

73 êrîş, 24 mirî, 58 birîndar

Li gorî îstatîstîkên QSD’ê, di meha gulanê û heta serê tirmehê di 2 mehande DAIŞ’ê 73 êrîş pêkanîne.

Di van êrîşên DAIŞ’ê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndarên QSD û Hêzên Ewlehiyê yên Hundirîn:

Kesên jiyana xwe ji dest dan: 24

Kesên birîndar: 51

Sivîlên birîndar: 7

Ev îstatîsk yên meha gulan û hezîranêne. Lê di meha tirmehê de li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûrî, şaneyên DAIŞ’ê êrîş pêkanîn.

Di nava van du mehande di be ku li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûrî pêkhatibin lê ev êrîş piranî li Dêrazorê pêkhatin. Careke din divê em bibîrxin li navêndên bajêr yên Hesekê, Reqa, Qamişloyê jî êrîş pêkhatin.

Di meha nîsan û gulanê de 377 endamên mîtê û çete hatin girtin

Hêzên ewlehiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûrî, li hemberî êrîşên şaneyên DAIŞ’ê di 25 adarê de pêngava paqijiyê da destpêkirin û li hemberî çeteyan biryara tekoşina bê navber hat dayîn. Lê îstatîskên di deste me de dide xuyakirin ku DAIŞ dema firsend bibîne dikare li heremê tevlîheviyek derbixe, ev rastiyeke.

Di mehên nîsan û gulanê de li Rojava û heremên bakurê Sûrî li hemberî şaneyên DAIŞ û endamên MIT’a Tirkî ku dixwazin li heremê tevlihevî derxin pêngavek hat destpêkirin û bê navber operasyonên bi cîh hat kirin. Di vê çarçovê de Yekîneyên Antî Teror û Tîmên Operasyonên Taybet li hemberî kom û avadaniyên şaneyan operasyon dan meşendin û ev encam hatin îstatîskirin:

Çalakiyên li hemberî çeteyan: 10

Terorîstên hatin kuştin: 10

Hejmara operasyonan: 71

Terorîstên hatin girtin: 377

Muhîmatên hatin bidestxistin: 5 çekên cûda, 105 mayin, motorek bombebarkirî, wesayitek bombebarkirî, çekek bêdeng, telefonek, daneyên wekî din û 10 mayinên çeteyên girêdayî dewleta tirk hatin bidestxistin.

Çalakiyên li hemberî MÎT û çeteyên girêdayî dewleta Tirk:

Çalakiyên pêkhatin: 4

Endamên MîT’ê yên hatin kuştin: 2

Çeteyên hatin kuştin: 8

Yaralanlar: 2 endamên MÎT’ê 8 jî

Êrîşên komên MÎT’ê piştgirî dida wan yên : 6

Di encama van îstatîstîkan de; niqaşên ku ji bo heremê tê kirin û li bûyerên diqewimin nîşaneya li Bakur û Rojhilatê Sûrî DAIŞ hîna jî xetereyeke cîdîye. Dewletên wekî Turkiye ku piştgiriyê didin DAIŞ’ê piştî DAIŞ li ser rûyê erdê serweriya xwe winda kir gefên êrîşên xwe li dijî heremê zêdetir kirin. Ji ber vê yekê ji bo ewlehiya heremê û cîhanê divê li dijî DAIŞ’ê tekoşînek kûrewî bê meşandin. Ji bo careke din hêzên teröre dernekevin holê dewletên wekî Turkiyeyê pêşiya wan bê birîn.

Siyaseta TC ya ji Osmaniya nû derbabûna plana misak-ı Milli

Dewleta Tirk ji destpêka pirgirêka Sûrî ya di nav xwe de siyaseta Antî-Kurd meşand. Di destpêkê de bi OSO piştre bi DAIŞ û çeteyên Nûsra xwest pêşiya destkeftiyên Kurdan bigire. Heta roja îro piraniya van planên dewleta Tirk tasfiye bûn û lê niha bi artêş û çeteyên di deste xwe de di nava heweldanekî de ye.

Tifaqa MHP-AKP’ê di hilbijartinên heremî de di anîn ziman ku pirsgirêka ‘Bekaa’yê heye ev yek li ser destkeftiyên Kurdan yên ku misoger dibin dihat gotin. Ev siyaseta Turkiye ya niha dimeşîne di 2015’an ku ji bo Kurd ‘çong deynin’ dabû destpêkirin berdewama wê ye.

Piştî xewnên wan yê Osmaniya nû pêknehatin niha jî siyaseta rojanekirina Misakk-i Mîllî xistin meriyete.

Di sere salê de endamê TEVDEM’ê Aldar Xelil, di komxebata bi druşma ‘Bi cıvata azad re ber bi Sûriya demokratik’ de siyaseta dewleta Tirk ya li hemberî heremê anîbû ziman û gotibû “Em dizanin Erdoğan dixwaze hemû axa Sûrî dagir bike û ji bo wê jî dixwaze sinorên yê di çarçoveya Misakk-i Mîllî de zindî bike.” Aldar Xelîl bi vê hişyariya xwe xwest gelen heremê li hemberî siyaseta Turkiye yekîtiya xwe avabikin.

Îro em dibînin dewleta Tirkî li ser sînor ji bo êrîşek bi hezaran leşkerên artêşa xwe û çeteyên xwe bi cih kiriye ev yek jî hişyariya Aldar Xelîl çend meh berê anî bû ziman piştrast dike.

Herema ewle dê çawa ava bibe?

Dewleta Tirk ji bo armanca xwe ya misakk-i millî pêkbîne dixwaze gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî ji cîhanê re wekî xetereyek nîşan bide. Bi rastî heta roja îro ji heremê êrîşek li ser sînorên Tirkî pêknehatiye. Lê dewleta Tirkî bi bomberandinên xwe gelek sivîl qetil kirine.

Siyasete dagirkeriyê ya dewleta Tirkî ku heta niha jî berdewam dike piştî DYA got ‘Em ê ji heremê vekişin’ gefên xwe zêdetir kir û niqaşên li ser ‘herema ewle’ xist rojevê.

Enqere û hevdîtinên Eyn Îsa

Piştî dem di ser derbas bû hat fêmkirin ku dewleta Tirk bi di bin navê herema ewle û tampon dixwaze heremê bi dildarî têxê bin serweriya xwe. Piştî Rêveberiya Xweser û hêzên parastina heremê dikin li hemberî vê daxwaza dewleta Tirkî derketin li ser xeta Washington-Enqere-Qamişlo di mehên dawiyê trafîqa dîplomasiyê zêdetir bû.

Di hevdîtinên pêkhatinde piştî lihevkirinek çênebû li ser sînor tevger zêdetir bû. Niha li ser sînorê Tirkî û Bakur û Rojhilatê Sûrî bi hezaran çete û leşkerên artêşa Tirk bi çeken giran ji bo dagirkirinê xwe bi cih kiriye. Di 22’ê tirmehê de şandeyek DYA’yê li Enqerê bi dewleta Tirkî û li Eyn Îsa’yê bi berpirsiyarên QSD’ê re hevdîtin pêkanîn.

Piştî hevdîtinan Wezirê Karên Derve yê Turkiye Mevlut Çavuşoğlu di daxuyaniya xwe de got ‘ev mijûlahiye’ bertek nîşan da û piştre gefên xwe yên dagirker dûbare kirin.

Êrîşên dewleta Tirk yên li hemberî heremê hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen nirxand û got “Dewleta Tirk rola dabû DAIŞ’ê êdî ew bi xwe pêktîne.” Hesen got ku ew ê li hemberî êrîşek berxwedanek bê hempa nîşan bidin.

Piştî nirxandinên Şahoz Hesen ku 26 tirmehê bi ANHA’yê parvekiribû serokê dewleta Tirk Erdoğan jî heman rojê daxuyanî dabû û gotibû “Hevdîtin bi çi rengî encam bûbê jî emê derbasî rojhilatê Fırat’ê bibin û em bi biryarin bendên terorê parçe bikin. Çi pêwist be em ê bikin. Îro kesên bu hêzên biyanî bawer dibin tevdigerin û serî radikin ew ê sibê bin erd bibin” armanca xwe bir vî rengî aşkera kiribû.

Erdogan bi vê daxuyaniya xwe hemû Kurdan wekî ‘terorê’ bi nav dike ev yek jî feraseta wî ya faşist derdixe holê nirxandinên berfireh em ji we re dihêlin.


Mijarên Din