Ji Efrînê heta Şehbayê şaneyên mêşên hingiv

Bi êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê re apê Cafer mêşên xwe yên hingiv nehiştin û li Şehbayê xwedîkirina wan didomîne.

Apê Cafer Şêx ku di civakê de bi navê apê Safir tê naskirin di salên xwe yên 70‘î de ye û ji gundê Marsa yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ye.

Apê Cafer di 13 saliya xwe de ji xwedîkirina mêşên hingiv hez kiriye.

Apê Cafer ê ev pîşe ji bav û bapîrên xwe girtiye di nava şaneyên mêşên hingiv de mezin bûye. Xwe fêrî xwedîkirina wan kir û heta vê rojê di vê karî de dixebite.

Beriya êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê Apê Cafer 37 şaneyên mêşên hingiv xwedî dikir.

Bi destpêka êrîşan re berî da Efrînê. Bi xwe re 2 şaneyên mêşên hingiv ji Efrînê derxist. Yên din jî li Efrînê hiştin ku niha hatin dizîn.

Apê Cafer li navçeya Fafînnê ya Şehbayê bi cih bû û cihekî ji bo mêşên hingiv peyda kir û li vir dest bi xwedîkirina wan kir.

Piştî hatina wî ya li Şehbayê bi sal û 4 mehan şaneyên hing zêdekirin, heta niha 9 şane li cem wî hene.

Apê Cafer ji ber tinbûna xwarina mêşên hingiv re li Şehbayê zehmetiyan dikşîne û di vî warî de dibêje, "Hin caran mêş birçî dimînin, neçar im li şûna xwarina wan şerbetê bidimê. Lê ev bandorê li kalîteya hingiv dike."

Apê Cafer got: “Min ji zarokatiya xwe ve ji xwedîkirina mêşên hingiv  hez dikir. Ezê vî karî li Şehbayê bidomînim heya ku Efrîn zirgar bibe. Ezê dîsa şaneyên mêşan ji nû ve kom bikim û li gundê xwe xwedî bikim.”

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din