Ji eniyên Eyn Îsayê: Berxewdan dê heya bidawîkirina dagirkeriyê dewam be

Şervanên li eniyên Eyn Îsayê gotin: “Tu cudahî di navbera şerê li dijî DAIŞ`ê û artêşa Tirka dagirker de tune ye. Berxwedana me dê li hemberî dagirkeran heya rizgarkirina tevahiya axa dagirkirî bidome.”

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 9`ê Cotmeha 2019`an ve rastî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tên.

Ruxmî ku NY û serokên gelek dewletan banga agirbestek giştî li Sûriyê kirin, lê Tirkiye û çeteyên wê êrişên xwe didomînin.

Şervanên ku li eniyên Eyn Îsa cih digirin, ji ANHA`yê re axivîn û diyar kirin ku berxwedana wan a li dijî dagirkeran berdewam e.

Şervanê bi navê Saqid El-Hemade got: "Ji bo ku em gelê xwe ji êrişên dijminê Tirk biparêzin, em li eniyên pêşînin. Em ê axa xwe biparêzin û tevahiya axa dagirkirî ji artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bikin. Şerê me yê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên, ji şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê ne cuda ye. Çeteyên ku ji şerên Hêzên Sûriya Demokratîk li Reqa, Tebqa û Dêrazorê revîne xwe gihandin Tirkiyê û niha di nav çeteyên wê de bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyê” şerê me dikin. Lê ji ber kiryarên wan û ji ber ku şênî wan nas dikin ew eşkere bûn."

Di dawiyê de El-Hemade got: "Ev ax bi xwîna şehîdên tevahiya pêkhateyên herêmê yên di bin sîwana QSD`ê de hatiye avdan. Em ê destkeftî û axa xwe biparêzin. Em bajar û gundên xwe ên dagirkirî jî ji bîr nakin. Em ê hewl bidin wan ji dagirkeran rizgar bikin."

Girêdayî heman mijarê şervanê bi navê Mêrxas ê ji bajarê Reqayê got: "Armanca min ji tevlêbûna nav refên QSD`ê, şerê li dijî DAIŞ`ê ye. Ji bo min serbilindiyeke ku tevlî rizgarkirina bajarê xwe, piştre gundewarê Dêrazorê bûm. Ji nû ve em li dijî hewldanên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji bo dagirkirina herêmên me yên din, liber xwe didin.”

Mêrxas bal kişan  ser binpêkirinên çeteyên DAIŞ û çeteyên ku Tirkiyê yên ku navê “Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê” li wan kirine û got: “Binpêkirinên wan heman in. Kiryarên çeteyên Tirkiyê, ji yên çeteyên DAIŞ`ê ku beriya herêmên me werin rizgarkirin pêkanîne, ne cuda ne. Lê belê ji wê zêdetir, çeteyên ji wan şeran revîne, çûn Tirkiyê û niha di nava çeteyên qaşo `Artêşa Niştîmanî` de tevî ku ji peyva niştîmanî dûr in şerê me dikin. Kesê welatparêz alîkariya dagirker nake.”

Mêrxas mîna hevalên xwe yên şervan, destnîşan kir ku berxwedana wan berdewam e û dê navçeyê û herêmên din ji êrişên dagirkeran biparêzin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din