Ji eniyên pêş: Em gav paşde navêjin

Ji eniyên pêş ên navçeya Til Temirê şervanekî QSD`ê, got ku ew ê berxwedana xwe li hemberî êrîşên dagirkeriyê, bidomînin û gav paşde navêjin.

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li djiî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra berxwedaneke mezin raber dikin. Berxwedana şervanan di çarçoveya mafê parastina rewa de didome.

Ji eniyên pêş ên navçeya Til Temirê şervanê QSD‘ê Dilxwaz Hesekê got: ‘‘Me xaka ti kesî dagir nekiriye, çeteyên artêşa Tirk a dagirker hewl didin xaka me dagir bikin û gelê me bikujin, ev nahêlin ev yek pêk were.‘‘

Li ser berxwedanê şervanên di xetên pêşîn de, Dilxwaz Hesekê diyar kir ku ‘‘Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, hewil didin derbasî herêmên me bibin, lê em bersiva tevahî hewildanênû êrişên wan didin û wan dişkînin.‘‘

Dilxwaz wiha domand:`` Berxwedana me ya ji bo rizgarkirina xaka xwe berdewam e û em ti carî gav paş de navêjin.``

(rr)

ANHA


Mijarên Din