Ji ENKS’ê hevdîtina balkêş a bi Çavûşoglu re

ENKS’iyên ku bi hinceta “Em qada siyasî dixwazin” xwe nêzî xebatên neteweyî yên li Rojava nakin, bi wezîrê karê derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu re civiyan.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xebatên yekîtiya hêzên Kurd tên meşandin. Di vê pêvajoya ku ji bo Kurdan hesas e, nûnerên ENKS her car bi hincetên cuda xwe nêzî xebatên yekîtiya netewî nakin. Ev aliyê ku bi hincetên cuda nêzî gelê xwe nabin, serdanek balkêş li Tirkiyê kirin.

Wezîrê karê derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek derbarê serdana ENKS’ê ya ji Tirkiyê re, da.

Çavuşoglu bi vê daxuyaniya xwe vekirî diyar kir ku kî dibe astengê yekîtiya netewî ya Kurdan. Çavuşoglu di daxuyaniya xwe ya ku Rêveberiya Xweser dike hedef de wiha got: “Me hevdîtin bi nûnerên rewa yên Kurdên Sûriyê bi Encumeniya Netewî ya Kurdan re pêk anî. Me diyar kir ku em rolê wan ên di nava Koalisyona Netewî ya Sûriyê de û pêvajoya siyasî destek dikin. Me diyar kir ku yên herî zêde zirarê didin gelê Kurd rêxistina terorê PKK/YPG ye.”

BI HEVDÎTINÊ ÇI HAT ARMANCKIRIN?

Piştî vê hevdîtinê pirsa ENKS’yî bi vê hevdîtinê dixwazin çê bikin û bi çi hincetan dixwazin yekîtiya netewî ya Kurdî asteng dikin derxist holê.

Dîsa yek ji pirsên herî mafdar a raya Kurdî ku derdikeve ev e. Dewleta Tirk di her derfetê de Kurdan qir dike.Êrişî Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal, Mexmûr, Başûrê Kurdistan, çiya û gundê Kurdistanê dike. Li gel van hemû tiştan jî hevdîtina di navbera nûnerên dewleta Tirk û nûnerên ENKS’ê de tê çi wateyê û bi vê hevdîtinê çi tê armanckirin.

ENKS’Ê ÇIMA BURO VEKIR?

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di bingeha yekîtiya Kurdan de biryara îzindayîna vekirina buroyên ENKS’ê erê kir. Partiyên di bin siya ENKS’ê de herî dawî li bajarên Hesekê û Kobanê buro vekirin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî jî diyar kir ku ew ê ji bo yekîtiya netewî ya Kurdî xebatên pêwîst bikin û ji bo vê jî însiyatîf girtine.

Ev hevdîtina piştî  vekirina buroyan hatî kirin di serê mirov de pirsek din derdixe pêş; ENKS’ê çima li Rojava buro vekirin, yan jî di pêvajoyek ku buro hatine vekirin çima pêwîstî bi vê hevdîtinê hat dîtin?


Mijarên Din