Ji Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyanî

Îro dewleta Tirk a dagirker bi firokeyeke bêpîlot bajarê Qamişlo kir armanc û şêniyek birîndar bû. Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Koalîsyona Navdewletî û Rûsyayê kir ku bi erkên xwe yên rawestandina sûcên dewleta Tirk a dagirker, rabin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îşev li ser bombebarankirina bajarê Qamişlo daxuyaniyeke weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Artêşa Tirk a dagirker îşev 06.08.2020’an şîrketa Sadkob a sotemeniyê ya li taxa Elaya ya bajarê Qamişlo bambebaran kir. Di encamê de şêniyeke di nêzî cihê hedefgirtî re derbas dibû birîndar bû. Bi wê re jî rakirin nexweşxaneyê. Li gel wê jî zirarên madî gihiştin mal û milkên şêniyên sivîl ên derdorê û şîrketê.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga li Koalîsyona Navdewletî û Rûsyayê dûbare dikin, ji ber garantorên agirbestê ne, ku erkên xwe li hember van sûcên bênavber û bi hedefa belavbûna alozî û tirsê di nava şêniyan de rabin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din