Beriya erdheja 6′ê Sibatê Tevgera Hîlala Zêrîn a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê amadekirina kişandina yekemîn klîba xwe dikir. Lê bandorên erdhejê û windahiyên li Cindirêsê û qedexeya gihandina komên rizgariyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, hişt ev klîb dereng bimîne.
Piştî derbasbûna 3 mehan di ser erdhejê re, endamên tevgerê ji dawiya Gulanê ve dest bi perwerde û kişandina klîbê kir û dê di demekê nêz de biweşînin.
Gotinên stranê yên Zozan Qamişloyê ne û awaz a hunermend Hisên Xanê û Mihemed Bilko ye.
Dê Koma Şehîd Vajîn a girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn stranê bibêje.
Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Tizyal Çawîş li ser stranê got: "Klîba ′Efrîn û Kobanê′ berxwedana her du bajaran li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ′ê nîşan dide."
(fr)
ANHA