Ji HPC-Jin biryarên girîng

Konferansa Yekemîn a HPC-Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryarên girîng têkildarî rêxistina jinan di qada parastina civakî de bi dawî bû.

Konferans vê sibehê dest pê kir. Tê de rapora salane hate xwendin û nîqaşkirin û rêziknameya HPC-Jin hate şîrovekirin.

Piştî nîqaşan, konferansa bi girtina biryaran bi dawî bû. Ji wan biryaran:

-Akademiyek taybet ji bo jinan wê were vekirin.

-Dewreyên perwerdeyê yê zanistanî di warê parastina civakî de wê werin birêxistinkirin.

-Li hemû herêman dibistanên karate û taekwondo wê werin vekirin.

-Li hemû herêman navendên parastina rewa  yên sivîl wê werin vekirin.

-Komîteyên parastina civakî di meclisên jinan de werin avakirin.

ANHA


Mijarên Din