Ji HRE‘yê rêzeçalakî: Bi kêmanî 6 dagirker hatin kuştin

HRE‘yê ragihandin ku di çalakiyên şervanên wan yên di dîroka 19‘ê Nîsanê de li herêmên Şera, Şêrawa û Ezazê li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê hatin lidarxistin de herî kêm 6 leşker hatin kuştin, hejmarek leşker û çete jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên şervanên xwe yên di dîroka 19‘ê Nîsanê de li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê daxuyaniyek nivîsîk weşand. HRE‘ê diyar kir ku di çalakiyên wan de herî kêm 6 leşker hatin kuştin.

Daxuyaniya HRE‘yê wiha ye;

"Di roja 19‘ê Nîsanê de baregeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker ya li gundê Meryemîn a ser navçeya Şera ya Efrînê ji alî hêzên me ve ji du milan ve hate hedefgirtin. Tankek ku di dema çalakiyê de xwest mudaxele bike jî ji alî şervanên me ve tevî leşkerên tê de hate îmhakirin. Herwiha baregehek din ya li heman herêmê ku dixwest mudaxaleyî cîhê çalakiyê bike hat hedef girtin. Di encama çalakî û pevçûnan de li herêmê herî kêm 4 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî brîndar bûn.

Hêzên me di heman rojê de li dijî baregeheke çekên giran ya li Meryemînê çalakiyek hemwext pêk anîn. Di çalakiyê de baregeh hat îmhakirin, 2 leşker hatin kuştin û 4 leşker jî brîndar bûn.

Di heman dîrokê de hêzên me li herêma Wîlad Qadî ya ser bi Ezazê ve li hember baregehek leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakaiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de baregeh hate îmhakirin lê di derbarê kuştiyên çeteyan de agahiyek zelal bi dest neket.

Di heman dîrokê de çeteyên ku li gundê Kîmarê ya ser bi navçeya Şêrawa ji bo qutkirina rê dîwar çêdikirin ji alî şervanên me ve bi çekên giran hatin hedefgirtin. Di encama çalakiyê de agahiyên zelal bi dest neketin.

Di encama çalakiyan de tankek û du baregehên artêşa Tirk a dagirker hatin îmhakirin, 6 çete û leşker hatin kuştin û 7 çete û leşker jî brîndar bûn. Di derbarê encamên 2 çalakiyan de agahiyên zelal bi dest neketin. Wê dîmenên van çalakiyan jî bi raya giştî re werin parvekirin."


Mijarên Din

Ebdî, Boris pîroz kir