Ji jinên efrînî re perwerdeya fikrî

Kongreya Star a herêma Efrînê ji bo perwerdekirina jinan dewreyek fikrî ji jinên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin re vekir. Perwerde bi navê Şehîd Amara Qehreman hat binavkirin.

Di çarçoveya hemleya Kongreya Star  ya ku di 10`ê Tebaxê de bi dirûşmeya `Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkerî û DAIŞ`ê tune bikin` destpê kiriye, Kongreya Star hewl dide jinan li gundê Til Qirah ê girêdayî navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê bi rêya dewreyên fikrî perwerde bike.

Di vî warî de kongreyê dewreyek fikrî ya bi navê Şehîd Amara Qehreman ji 19`ê Tebaxê ve vekiriye. Dewre dê di 28`ê Tebaxê de bi dawî bibe. 55 jinên efrînî yên niha li gundê Til Qirahê dimînin, beşdarî dewreyê bûne.

Jinên di dewreyên de waneyên cihereng girêdayî dîroka Kurdistan û jinê, parastina neteweyî, şerê taybet û koçberî, çand û exlaq, girîngiya perwerdeyê di jiyana jinê de û qanûna jinê dibînin. Tevî şîrovekirina hevpeymana rêxistina Kongreya Star.

Girêdayî mijarê endama Kongreya Star Emel Mihemed ji ajansa me re got: "Me bi armanca perwerdekirina jinan, firehkirina têghiştina wan ji wateya azadiyê re, rêgirtina li pêşiya binpêkirinên ku der heqê wê de tê kirin tevî naskirina dîrok, maf û erkên xwe dewre vekir."

(şx)

ANHA


Mijarên Din