Ji kevintirîn gundên dîrokî li Sûriyê, Gundê Qeramil e

Gundê Qeramil ji kevintirîn cihên ku mirov lê nişteh bûye, lê ji ber şerên dirêj ên dîrokê û koçberkirina bi darê zorê wekî hemû gundên derdorê, demografiya gund hat guhertin.

Gundê Qeramil yek ji gundên dîrokî yên herî kevin li Sûriyê ye. Gund 25 km li gundewarên bakurê parêzgeha Heleb a Sûriyê, li qiraxa çemê Qiwêq û nêzî bendava Şehbayê dikeve.

Qeramil, li herêmê û tevahî xaka Sûriyê cihekî dîrokî yê girîng tê hesbandin. Her wiha xwedî girîngiyeke cîhanî ye. Gund 25 km li bakurê bajarê Helebê dikeve û aliyê rêxistinî de girêdayî herêma Ezazê ye. Rûbera wê 35 km2 û çemê Qiwêq ku ji erdên Tirkiyê der di dibe di rojhilatê gund re derbas dibe. Çemê Qiwêq ji ber bendên ku dewleta Tirk li ser ava kirine, di salên dawî de zuha bû û bandor li çandiniya herêmê kir. Her wiha xeta tirênê ku di dema serweriya Brîtanya li herêmê hatibû danîn, di gund re derbas dibe.

Gundê Teane li eniya rojhilat, projeya Xirnate li rojava, Mezreya gundê Werdiyê li bakur û gundê Hasîn li başûrê gund dikevin.

GIR Û GUNDÊ DÎROKÎ YÊN LI QERAMIL

Ji sala 1999`an ve şandeyeke Polonî-Sûrî li gundê Qeramil û girê wê dest bi çalakiyên lêkolînê kirine. Lêkolîn sala 2011`an bi dawî bû û di encamê de gundekî dîrokî yê di bin erdê de ku dîroka wê vedigere nêzî 10 hezar û 500 salan berî zayendê, hate vedîtin.

Gundê dîrokî ji xaniyên axî yên gilover ku di bin erdê de ne û qubeyên wan ji 2 heta 3 metreyan, pêk tê. Di nîvê xaniyan de cihê agir heye û erdê wê ji madeyên xwezayî yên cur bi cur hatiye amadekirin. Dîwarên xaniyan ji nû ve bi keviran heta bilindahiya nîv metreyê hatin lêkirin û banê wê jî bi textan hat çêkirin.

Wê demê 4 xanî hatin vedîtin û nîşaneyên hebûna xaniyên din li heman cografiyê xuya kirin.

Di girê gund de jî, şûnwarên ku li gorî şandeyê dîroka wan vedigere beriya 14 hezar sal berî zayendê hatin dîtin. Ev yek diyar dike ku mirovên wê qonaxê di koxan de bi cih dibûn.

Her wiha nîşaneyên pêşketina hunera mirovan di wê demê de hatin dîtin wekî; alavên ji kevir ên neqişandî û pêlîstokêln axî yên zuhakirî, hatin dîtin.

Ev xaniyên destpêkê ne ku piştî mirov ji jiyana komînal û nêçîriyê derbasî qonaxa jiyana li gundan, tê de bi cih bûne. Her wiha zêdetirî 40 xaniyên ku li gorî şêwazên berê hatine lêkirin li navrasta gund hatin dîtin.

NIŞTECIH

Kurd şêniyên resen ên gundê Qeramil û gundên derdorê ne û Turkmen û Ereb li gundên nêzî wan bi cih bûne. Hejmara niştecihên gundê Qeramil nêzî 900 kes e, ew kurdên ku ji eşîrên; Dîdan, Denadiyê û Mewalî ne, ku hemû bi hev re 150 malbat in û ji wan 15 malbatên Ereb hene.

Şêniyên gund û herêmê bi giştî di çandiniya kartol, ceh, genim û sebzeyan û li cihên keviran kar dikin û sewalan xwedî dikin.

Şênî ava vexwarinê û ava avdanê ji bîran û çemê Qiwêq ê li rojhilatê gund peyda dikin.

QERAMIL DI SALÊN ALOZIYA SÛRIYÊ DE

Wekî piraniya herêmên Sûriyê ku bi şer re rû bi rû mane, gundê Qeramil jî ji aliyên çeteyên Tirkiyê û çeteyên DAIŞ`ê ve hate dagirkirin û gelek salan di bin dagirkeriyê de ma. Gelek şêniyên gund li ser destê çeteyan hatin kuştin û gelek jî bi darê zorê hatin koçberkirin.

Di sala 2013`an treksên dirêdayî çeteyên ku herêm dagir kirine, parçeyên mezin ji gund bi hovîtî rûxandin. Armanca wan dizîna şûnwaran û tunekirina şaristaniyê bû, ji ber wê yekê piraniya şûnwarên gund hatin rûxandin.

14 malên gund jî ji ber şerê li wê herêmê yê beriya çend salan, hatin rûxandin.

QUND HEMBÊZA XWE JI ŞÊNIYÊN ERFÎNÊ RE VEKIR

Piştî koçberkirina şêniyên Efrînê bi darê zorê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, berê xwe dan kantona Şehbayê da ku qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê dewam bikin. Hinek di kampên ku Rêveberiya Xweser amade kirine de û hin jî li gundên Şehbayê, bi cih bûn.

Şêniyên Efrînê li 60 malên gundê Qeramil dimînin û komîneke xwe li kêleka komîna gund ava kirine.

Hêjayî gotinê ye ku Ebdulqadir Şeban ku ji gundê Qeramil e di berxwedana li dijî êrişên Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser Efrînê de şehîd bû.

Şênniyên gund tevî şêniyên Efrînê jiyaneke komînal li ser bingeh û pîvanên biratiya gelan, dijîn.

(cx)

ANHA


Mijarên Din