Ji KJK’ê daxuyaniya têkildarî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê

​​​​​​​KJK’ê bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku têkoşîna wan a li hemberî faşîzm, serweriya mêran, cinayetên jinan û qetilkirina xwezayê didome û dê bi hemû hêza xwe bi ser faşîzmê de biçin.

Koordînasyona KJK’ê bi boneya 1’ê Îlona Roja Aştiyê ya Cîhanê de daxuyaniyek da.

Daxuyaniya KJK’ê wiha ye:

“Di dîroka mirovayetiyê de Şerê Cîhanê yê Duyemîn di navbera salên 1939-1945’an de pêk hat. Di vî şerî de bi deh milyonan kes mirin. Xisarên madî û manewî yên vî şerî heta îro jî didomin.

Roja destpêkirin û qedandina vî şerî jî 1’ê Îlonê ye. Ji bo ku careke din şerên bi vî awayî pêk neyê, Konseya Ewropayê ya Neteweyên Yekbûyî 1’ê Îlonê ‘Roja Aştiyê ya Cîhanê’ diyar kiriye.

Pergala şer a ku hişê mêran ew ava kiriye bûye sedema gelek êş, hilweşandin, xwîn û hêsiran. Vî çanda şer a ku heta îroj hatiye bi mêtingeriya li ser jinê re dest pê kiriye. Sedema sereke ya ku aştiya civakî, aramî û edalet pêk nayê jî ji ber newekheviya di navbera jin û mêran pêk tê. Hemû qalibên fikirandinê yên mîtolojî, felsefe, dîn û zanistê ferasera şer û qetlîamê ava dike. Şer îcada hişê mêrên serwer e. Tifaqa şer bi dizî, konetî û destbelatiyê li ser avadaniyên civakî her dem xwe mezin dike. Dema ku vî tiştî jî dike li hemberî jiyana siyasî, ekonomîk û civakî ya beşên civakî şer dike. Di serî de bi qetlîamên li ser jinan re li hemberî civakê şerekî mezin tê avakirin. Dewlet û desthilatdarî xwe bi sazî dikin. Şer amûra herî sereke ya mêtingeriya jin û civakê ye.

Îroj 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji bo hemû mirovayetiyê bûye berxwedana li dijî şer, hilweşandin, bê edaletî, faşîzm û pergala baviksalarîyê.

Dema mirov li rewşa cîhanê dinihêre dibîne ku şerê cîhanê naverok û çarçoveya wê guheriye. Şerên ekonomîk, bazirganî û siyasî ketine nav hev û awayekî xetere û krîtîk wergirtine. Îcadên zanistî bêtir ji bo şeran tên bikaranîn. Mirovayetî her dem di bin kaos û krîzekê de tên hiştin û ji bo serweriya mêran dibe cangorî. Qetlîamên li ser jinan li ser esasê zayendperestî, nijadperestî, dînperestiyê xwe ava kiriye û veguheriye halekî sîstematîk. Qirkirinên li ser jinan ne bûyerên biçûk in, encameke pergala heyî û polîtîkayên netewe dewletê ye.

Têkoşîna me ya azadiyê ya li Kurdistanê di heman demê de têkoşîna ji bo aşitî, edalet û wekheviyê ya li Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Azadiya jinê, ekolojîk û bingehê demokrasiyê bi sîstema konfederal a demokratîk re mumkûn e. Dewlet rewşa sazîbûyîn a desthilatdariya faşîzma zilam e. Komkujiyên li dijî jinan divê ne weke tundiya hinek zilman a li ser jinê were dîtin. Zêdebûna tundiya zilam encamek ji polîtîkayên dewletê ya komkujiyên jinan e. Heta ku komkujiyên jinan bidawî nebe aştî wê pêk nekeve. Heta ku mafên gelê Kurd yên tune hatine hesibadin û hebûna baweriyan neyê qebûl kirin aştî pêk nayê. Ji bo pêşxistina aştiyê divê jin, gel, hemû bindest bi awayekî rêxistinkirî, têkoşîna hevpar û çandekî ya jiyana demokratîk were pêşxistin.

Li ser vî bingehî dema em diçin 1’ê Îlonê Roja Aşitî ya Cîhanê li pêş çavên cîhanê desthilatdariya AKP/MHP ya faşîst 19’ê Tebaxa 2019’an şaredariyên Amed, Wan û Mêrdinê dagir kir û li cihê wan waliyên mêtînger tayîn kir. Tifaqa dîktatoriya Tayîp Erdogan û Devlet Bahçelî careke din bi vê pêkanîna xwe re da nîşandan ku dijminê jin, ivak û aşitiyê ne. Şerê me yê jinan li dijî vê hişmendiya dij aştiyê, li dijî vî dijimnê jin û civakê ye. Li cîhanê, li Rojhilata Navîn û li Kurdistanê bi pêşengtiya jinê têkoşîna civakî tê geşkirin. Yek ji armancên bingehîn yê têkoşîna azadiya jinê pêşxistina aşitiya civakê, ji bo afirandina jiyanekî mirovî û parastina hebûna heyî lidarxsitina çalakiyan û rêxistinbûyîn e. Wek jin ji bo avakirina jiyanek azad û xweş û ji bo pêşxisitna aşityê bi biryardarî têkoşîna xwe didomînin.

Em tevgera jin serî de li Kurdistan û xaka Rojhilata Navîn berxwedana têkoşîna azadî û aştiyê bi sekna prastina xweser û bi biryardarî didomînin. Ji bo pêşxistina aştiyekî mayînde bi bidestxistina mafê jin, gel, bawerî û kedkaran re mumkun e. Li ser vî bingehî, di bingehê rêxsitinbûyina felsefeya konfederaslîzma demokratîk, rêbaz wê  jiyana azad ya alternatîf û rewşên wê, bi pêkanîna sekna berxwedanê re aştiya mayînde dikare were pêşxistin.

Ji bo wê divê em 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bii sekna berxwedanê ya li dijî qetilkirina xwezayê, kuştina jinan, desthilatdariya zilam û faşîzmê pêşwazî bikin. Bi biryardarî û bi baweriyeke mezin em li diî dîktatorî û faşîzma Erdogan derbikevin. Divê em refên xwe berfirehtir bikin. Desthilatdariya AKP’ê têk diçe. Divê em guhê xwe nedin polîtîkayên derew û zêderoyî, sexte ya çapemeniya şerê taybet bi hemû hêza xwe û bi biryardarî û baweriyeke mezin biçin ser faşîzmê û faşîzmê hilweşînin.

Li ser vî bingehî di asta gerdunî û xwecihî de tifaqa azadî û demokrasiyê, têkoşîna hevpar a jinan, kedkar û hemû bindest li gel hev cih bigrin û vî bingehê pêşbixin û bibin lutkeyê.

Rawestandina şer û pêkanîna aştiyê bi rêya berxwedana birêxistinkiî ya hêzên hevpar yên demokrasî û azadiyê û bi çalakiyan re derbas dibe. Daxwazên jiyana azad û wekhev a bi hevre ya aştiya jinan li ser vî bingehî dikare pêk were. Li ser vî bingehî em 1’ê Îlonê Roja Aşitî ya Cîhanê û hemû rojan bi roja derxistina îradeyê, hebûnê, bi têkoşîneke mezin pîroz bikin.”


Mijarên Din