Ji Koalîsyona Navdewletî rapora DAIŞ’ê

Hêzên Erkên Hevpar-Operasyona Ezim El-Selb a Koalîsyona Navdewletî li dijî DAIŞ`ê îro raporek weşand. Di raporê de encamên operasyonên xwe yên leşkerî ji sala 2014`an heya 2019`an eşkere kir. Di raporê de hejmara sivîlên ku di encama derbeyên Koalîsyonê de yên ne bizanabûn hatine kuştin û yên ku ji destê DAIŞ`ê hatine rizgarkirin hatin eşkerekirin.

Di daxuyaniya ku Hêzên Erkên Hevpar-Operasyona Ezm El-Selb ya Koalîsyona Navdewletî li dijî DAIŞ`ê de, li ser malpera xwe weşandibû ev tişt hate eşkere kirin:

`Koalîsyon û Hêzên Hevpar ji destpêk operasyonan ji 2014`an ve 110 hezar m2 ji DAIŞ`ê rizgar kiriye û xîlafeta ku xwe li ser asta erdnîgarî ragihandibû tune kir. Her wiha 7 milyon û 700 hezar kes ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Koalîsyon xebata xwe bi Hêzên Hevpar re ji bo tunekirina her hebûnek DAIŞ`ê li herêmê didomîne.

Em operasyon û derbeyên xwe bi awayekî kur û baldarî dimeşînin da ku bandor li sivîlan û binesaziyan nekin.

Raporên asayî yên girêdayî operasyonên me ku em belav dikin, gihaştina wê ji raya giştî re hêsan dike. Her wiha girêdayî hejmara sivîlên di encama derbeyan de birîndar bûne em raporên mehane diweşînin.

Weke ku me diyar kiriye, em her tewanekê girêdayî birîndarbûna sivîlan û delîlên ku wê tewanê isbat dike di ber cavan re derbas dikin da ku li ser wê hesab were xwestin.

Koalîsyonê 34 hezar û 464 derbeyên hewayî di navbera Tebaxa 2014`an heya Adara 2019`an de pêk anîne. Li gorî agahiyên ku di destê me de, Hêzên Erkên Hevpar di wê demê de hejmara sivîlê ku ne bizanabûn bi riya derbeyên Koalîsyonê ji destpêka Operasyona Ezm El-Selb hatine kuştine bi hezar û 291 sivîl texmîn kir.

Hîjayî bibîrxistinê ye ku Hêzên Erkên Hevpar-Operasyona Ezm El-Selb yanî bi inglîzî Combined Joint Task Forc- Operation Inherent Resolve (kurte navê wê CJTF–OIR); hêzek erkên hevpar e, ji hêla Koalîsyona Navdewletî bi serkêşiya DAY`ê li dijî DAIŞ`ê û Fermendaiya Navendî ya Amerîkayê di Cotmeha 2014`an de hate avakirin. Yekemîn kongreya Koalîsyonê di hefteya yekemîn de ji meha Kanûna 2014`an ve hate li darxistin. Wezareta Berevanî ya Amerîkayê operasyon bi nav kir û ji hêzên Amerîka û endamên ji zêdetirî 30 welatan pêk tê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din