Ji Komîteya Enerjî û Vegihîne ya Reqayî projeyên nû

Komîteya Enerjî û Vegihînê bi hevkariya Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan projeyek nû da destpêkirin da ku kehrebe bighîne Reqayê kevin.

Ji dema rizgarkirina bajarê Reqayê ve, Şaredariya Gel û Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi sererastkirin û gihandina torên kehrebeyê ya ji tevahî herêmên Reqayê re, kir.

Bi beşdariya endamên Meclisa Sivîl a Reqayê,  gelek karmendên li ser projeyê çavdêr in, endamên Komîteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan, Komîteya Enerjî û Vegihînê ragihand ku dest bi projeya gihandina kehrebeyê li Reqaya Kevn, kiriye.

Komîteya Enerjî û Vegihînê di demeke berê de torên kehrbeyê sererast kirin, kelît û teransên li taxên Rimêla û Muxtelta guhertin. Piştî sererastkirina tevahî beşên Req 1, Reqa 2 û Reqa 3 û Til Bêa, komîteyê projeyên xwe yên li taxên din berdewam kirin.

Der barê vê projeyê de, rêveberê Komîteya Enerjî û Vegihînê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Mehmûd Mamo ji ajansa ANHA’yê re wiha daxuyand: "Me kehrebe gihand taxên Meşleb û Muxteleta û hê jî xebata gihandina kehrebeyê ya taxên dîtir, berdewam e. Her wiha dê dest bi sererastkirina torên kehrebê yên taxên Mehdî û Rafîqa yên ku bi beşên yekemîn û duyemîn di bajêr tên nasîn, bikin. Dê proje li ser guhartina 13 terans û sererastkirina torên bi hêzên bilind û kêm pêk bê. Her wiha jî dê xeta beşa navîn a stasyona Reqa 4 bê destpêkirin. Li gor wê jî 4 odeyên biçemento ji bo navendan hatin lêkirin, da ku dest bi projeyê bê kirin."

Der barê sûdwergirtina ji vê projeyê Mehmûd Mamo anî ziman: "Nêzî 6 hezar û 500 malbat, 900 dikanên bazirganiyê û 13 navendên tendirustiyê sûdwar in. Bi wê re jî aloziya mazotê û qirêjiya jînegehê ya bi encama jenetorên taybet jî sivik dibe."

Ev projeyên di plansaziyê  Komîteya Enerjî û Vegihînê ya ku meha Nîsana îsal de ragihandine ne.

(fr)

ANHA


Mijarên Din